NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 164’an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25’ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.
Piştî Leylayê bi heman daxwazê li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP’ê Nasir Yagiz di roja 152’an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 126’an de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 91’an de, ya Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê da destpêkirin di roja 100’î de, ya Rojnameger Kîbriye Everen ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin di roja 127’emîn de, ya Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP’ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin di roja 96’an de. Her wiha Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 126’emîn de û çalakiya girtiyan ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.
Çalakiya grevê ya parlamenteran
Li avahiya HDP’ê ya bajêr çalakiya grevê ya parlamenteran didome. Çalakiya ku parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag, Tayyîp Temel û Murat Sarisaç di 3’yê Adarê de dan destpêkirin berdewam dike. Serdana parlamenterên çalakger a ji aliyê welatiyan ve jî berdewam dike.
Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin
Sedat Akin ê ku li Girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin çalakiya xwe li malê di roja 105’emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15’ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8’ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dik. Îhsan Sînmîş 1’ê Adarê de dest bi grevê kiribû û di 11’ê Adarê ji Girtigeha Sîlîvrê yê tehliye bû, li mala xwe ya Kuçukçekmeceya Stenbolê greva xwe didomîne di roja 51’an de ye. Ferdî Karabayê di 1’ê Adarê de dest bi greve kiribû jî di 22’ê Adarê Girtîgeha Tîpa F ya Bûcaya Kiriklarê tehliye bû û li mala xwe greva birçibûnê didomîne û di roja 51’an de ye.
Kesên çalakî pêk anîn
Li bajarê Almanya yê Krefeldê di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê li ber dadgehê bedena xwe dabû ber agir û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpetê Mahsûn Pamay, Li Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T Siraç Yuksek, li Girtîgeha Tîpa T F Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Tipa T a Jinan a Oltuya Erziromê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2 Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Becet û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Medya Çinar li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakya fedayî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.