STENBOL – Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rize, Serhat Karsû yê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye, di nameya şand de, bal kişand ser biryardariya xwe ya di greva birçîbûnê de.
‘NIRXÊN MIROVAHÎ NAYÊN NASKIRIN’
Karsû, diyar kir ku îro li Îmraliyê nirxên mirovahiyê hatine binpêkirin û wiha got: “Bi tecrîda li ser Ocalan, nirxên mirovahî yên qanûna bingehîn nayin naskirin. Hemû nirxên mirovahiyê hatine binpê kirin. Ji ber vê bedel çi dibe bila bibe, em amadene ku bidin. Heya ku tecrîd ranebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin. Di dawiyê de mirin jî hebe, ser serê me û çavê me. Dema mijar dibe Ocalan, bêhesap, em amadene ku bedel dibin. Ji bo vê em kêliyekê jî, dudilî nabin. Bila hemû vê wisan zanibe.”
‘BÊDENGÎ DÊ ME BIKUJE’
Karsû, di nameya xwede bang li gel kir û got: “Ya ku me bikuje ne birçîbûn û îşkenceye. Ya ku dê me bikuje, bêdengiya civakiye. Ji derveyî vê tu tişt nikare me bikuje. Em di vê çarçoveyê de banga piştgiriyê li gel dikin. Kesên li dijî sextekarên desthilatdariyê bedel didin, rêwiyên heqîqetêne. Em vê yekê baş dizanin. Lê sextekar vê rastiyê baş hîs nakin. Heya ku rêwiyên heqîqetê hebin, dê li vê cîhanê ewê jî bi awayekê rehet nejîn.”