AMED – Li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi dehan ciwanan ji bo balê bikêşin li ser grevên birçîbûnê rêya trafîkê girtin
Bi dehan ciwanan li Cadeya Gevran a navçeya Yenîşehîrê li dijî tecrîdê çalakî lidarxist.
Çalakgeran bal kişandin li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û rê li trafîkê girtin.
Çalakgeran bê navber dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Çalakiya ciwanan bi dirûşme û çepîkan bi dawî bû.