NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Leyla Guven ev 166 roj e li mala xwe li ber xwe dide.
Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest pê kir, di roja 153’yemîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Wallsê ya Îmam Şîş di roja 127’emîn de didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16’ê Kanûna 2018’an dabû destpêkirin, 128 roj e berdewam dike. Di 1’ê Adarê de çalakiyên greva birçîbûnê li tevahiya zindanên Tirkiyê belav bûbûn.
Çalakiya parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag a di 3’yê Adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.
Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û hatin tehliyekirin, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 106 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 98, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 106 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 55 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin.
Li dijî tecrîdê çalakiyên fedaî pêk anîn
Li bajarê Krefeld ê Almanya di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.