STENBOL – Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kartalê bi armanca balê bikişîna ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest pê kirin, çalakî lidar xistin û 23 kes di çalakiyê de hatibûn binçavkirin.
Çalakiya rûniştinê ya bêdeng duh li Qada Kartalê pêk hatibû û polîsan mudaxileyê çalakiyê kirin. 23 kesên hatin binçavkirin, piştî li Qereqo Yakacik îfade dan, hatin berdan. “