ENQERE – Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, ji bo ku balê bikişînin ser gereva birçîbûnê ya ku li dijî Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam dikek, êrîşên li ser ximên girtiyan ên li Qosera Mêrdînê û Gebzeyê xwestn li Qada Kizilaya Enqereyê daxuyaniyekê bidin û van pêkanînên dijmirovî şermezar bikin. Daxuyaniya ku hat xwestin bê dayîn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Serê Hevserokê Bajêr ê HDP2ê şikest
Êrîşa polîsan ji aliyê girsyê ve bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Deng bide jiyanê” û “Bijî berxwedana Leylayê” hat şermzezarkriin. Polîs bertek nîşanî dirûşmên hatin berzkirin da û bêhtir êrîş kir. Di dema êrîşa polsîan de serê Hevseroka Bajrê Enqereyê ya HDP’ê Fatma Kiliçarslan hat şikandin. Fatma piştî ku rakirin nexweşxaneyê hat binçavkirin.
6 parêzer hatin binçavkirin
Her wiha parêzerên bi navê Veysî Eskî, Bulent Aşa, Baran Çelîk, Kenan Maçaoğlu,Fatma Kiliçarslan û Ahmet Baran Çelîk jî hatin binçavkirin.
Rapora hevpar wê ji Wezareta Dadê û Meclisê re bê dayîn
Parêzer û parêstvanên mafên mirovan wê piştî daxuyaniyê biçûna rapora hevparê ku amade kiribxûn bi Wezareta Dadê û li Meclisê bi partiyên siyasî re parve bikira. Ji ber ku polîs destûr neda daxuyaniyê girse ber Navenda ÎHDP’ê ve çû li li ber avahiya ÎHD’ê wê daxuyaniyê bidin.