KELARÊ – Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, berxwedana grevên birçîbûnê û çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedêran didomin.
Li Başûrê Kurdistanê li herêma Kelarê, ciwanan bi vê armancê çalakiyek kirin.
Ciwanên Kelarê ji bo bala gel bikişîne ser berxwedana greva birçîbûnê, pankarteke bi nivîsa “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye” li navenda bajêr daliqandin.