NAVENDA NÛÇEYAN – 3 çalakgerên li girtîgehan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn, piştî hatin berdan li malên xwe yên li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê çalakiyên xe didomînin. Çalakiya Mahsûm Şen di roja 108’an, ya Gûrbet Ektîren di roja 98’an û ya Mûrat Aksîn jî di roja 39’an de didome.
ŞEN 108 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
Mahsûn Şen ê ku 108 roj in di greva birçîbînê deye, di meha Hezîranê ya 2016’an li Dêrikê hat girtin û kirin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Şen di 17’ê Nîsanê de hat berdan û ji wê rojê û vir ve çalakiya xwe li mala malbata xwe ya li Dehlê ya Dêrikê berdewam bike. Şen ji ber pirsgirêka hilstendinê, bi zorê diaxive, gurçik û movikên wî diêşin û tiştan ji bîr dike. Bijîşkên Odeya Bijîşkên Mêrdînê (MTO) yên hatine peywirdarkirin, her roj kontrola tenduristiya Şen dikin û pêdiviyên wî yên bingehîn ji aliyê malbatê ve tên kirin.
AKSIN 25 ROJ IN DI GREVÊ DE YE
Mahsûm Aksin ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê kir û piştî hat berdan, çalakiya xwe li malê dewam dike. Aksin bavê 6 zarokan e. Aksîn ê bi Mehsûn Şen re di heman dosyeyê de tên darizandin, di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Aksin di 25’ê Adarê de hat berdan û çalakiya xwe li malê berdewam dike. Niha pirsgirkêk cîddî ya tenduristiya Aksin tuneye.
GÛRBET EKTÎREN ÇALAKIYA XWE LI MALÊ DIDOMÎNE
Gûrbet Ektîren jî di sala 2015’an de hat girtin. Di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ma. Di 15’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kir. Di 8’ê Adarê de hat berdan û li mala xwe ya Kaniya Gwîzê ya navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê greva xwe ya birçîbûnê didomîne. Kontrolên rûtin ên tenduristiya Ektîren tên kirin û pirsgirêkek cîdi ya tenduristiya wê tuneye. Lê hêdî êşên Ektîren dest pê kirine.
Hat zanîn ku birayê Ektîren ê piştî qedexeyên derketina derve yên li bajêr hat girtin Mehmet Ektîren û xalê wê Abdurrahman Şimşek jî, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.