NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo şopandina grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Hiqûqnasên Azadiyê (OHP) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) komîsyon hatibû avakirin. Komîsyonê xwest li pêşiya Kizilay YKM’ê daxuyanî bidin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Komîsyonê li pêşiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê daxuyanî da.
‘EGER EM HÊZA XWE MEZIN BIKIN WÊ DESTHILATDARÎ DEV JÊ BERDE’
Polîsan dîsan xwest daxuyaniya parêzvanên mafên mirovan û parêzên ji Antalya, Îzmîr, Amed, Stenbol, Wan, Colemêrg û Mersînê hatibûn asteng bikin. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da û got; “Eger êrîşa polîsan nebûya raporên ku me amade kiribû, me yê radestî Wezareta Edaletê û hemû partiyên siyasî yên li Meclîsê bikira.”
Girseyê piştre derbasî Navenda Giştî ya ÎHD’ê bûn û daxuyaniya xwe domandin.
Turkdogan wiha got; “Ev êrîşa polîsê tîpîk û dewletê ye. Mudaxeleya polîsan dewama Rewşa Awarte ye. Eger hêzên demokrasiyê bibin yek wê desthilatdarî dev jî vê têgiha xwe berde. Armanca me rakirina tecrîda li girtîgeh û Îmraliyê ye.”
‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
Pişt re Hevseroka OHP’ê Ayşe Aciniklî axivî û wiha got: “Parêzer hatibûn ku daxwaza miwekîlên xwe yên di greva birçîbûnê de ne, ji Wezareta Dadê re ragihînin. Berî ku nexweşîn û qewimandinên xedar derkevin divê demildest gav bên avêtin. Em tenê dixwazin daxwaza miwekîlên me bê qebûlkirin. Divê tecrîd bi dawî bibe.”
‘TIRKIYE DI BIN FAŞÎZMEKE GIRAN DE YE’
Sekretera Giştî ya ÇHD’ê Nergîz Tûba Aslan jî wiha axivî: “Me bi vê êrîşa li dijî xwe carek din dît ku Tirkiye di bin faşîzmek giran de ye. Em dixwazin li gorî qanûnan malbat û parêzer dikaribin hevdîtinê pêk bînin. Divê daxwaza makeqanûnî ya ji bo Abdullah Ocalan bi cih were û tecrîda li ser demildest werê rakirin. Tecrîd tenê ne li hepsê heye li her deverî belav bûye. Li cihek sekinandin jî qedexe ye û ji bo mirov biçe cihekî destûr tê xwestin. Em bi dewletek ku nahêle em li ber avahiya xwe jî daxuyanî bidin re rû bi rû ne. Dixwazin deng û qîrîna dayikan bi zordestiyê bêdeng bikin. Ji bo em daxwaza muxatabên xwe ragihînin û dawî li pêkanînên faşîzan werin em ê hevdîtinê bikin.”
‘DI ŞEXSÊ DAYIKAN DE RÛMETA MIROVAHIYÊ BINPÊ KIRIN’
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî got ku: “Ji bo em bibin dengê dayikên du roj berê rastî şideta li dijî rûmeta mirovahiyê hatin û bi erdê re hatin kaşkirin hatine Enqereyê. Hemû daxwazên maf hatine qedexekirin.”
Piştî axaftinan li ser navê komîsyonê heyetek ji bo partiyan re hevdîtin pêk bîne çû Meclîsê.