NAVENDA NÛÇEYAN – Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven destpê kirî û pitşre belavî girtîgehên Bakurê Kurdistan, Tirkiye, Başûrê Kurdistan û Ewropayê bûyîn bi biryardarî didomin.
Ji ber cejna olî li Strasboûrga ku saziyên fermî di betlaneyê de ne gelê Kurd bi girseyî çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Kesên ku hatine serdana çalakgeran diyar kirin ku daxwazên çalakgeran daxwazên wan e.
Çalakgerên greva birçîbûnê tevî rewşa rewşa nerênî ya tenduristiya wan jî ragihandin ku heta daxwazên wan pêk neyên bi biryarin çalakiya xwe bidomînin.
Çalakiya girseyî ku 25’ê Adarê li pêşiya Parlamentoya Ewropayê bi çalakiya greva birçîbûnê ya hefteyekê destpêkir û piştre veguherî çalkaiyên rûniştinê wê roja Çarşemê dîsan destpê bike. Çalakiya ku TJK-E û KCDK-E koordîne dike tê payîn ku heta 1’ê Gulanê bidome û vê hefteyê Kurdistaniyên li Swîsre û Strasboûrgê dijîn beşdarî çalakiyê bibin.
Navê çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê wiha ne; Dîlek Ocalan, Gulîstan Çiya Îke, Denîz Rojbîn, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mûstafa Sarikaya, Mohamad Ghaderî, Denîz Surgut, Ayyav Ece, Yuksel Koç, Kodro Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yilmaz.