NAVENDA NÛÇEYAN – Zindana Amedê bi berxwedana xwe ya dîrokî ya nayê jibîr kirin û di hîşê mirovan de xwe kur kolandiye. Heman demê de faşîzma ku pêla herî dawî aniye û veguheriyê behna mirinê ye. Zindan ew cihê ku dewlet otorîyteya xwe, pergala xwe ferz dike. Cihê ku dewlet gel ceza dike. Îro jî şewka ku ji hûcreyan û zindanan dertê ji bo me hêviyek diwelidîne û bextê jiyaneke xweş li me vedike.
Alî Çîçek, Xeyrî, Mazlûm îroj hin di zindanan de dijîn. Berxwedana ku di 1982’an de li Amedê dest pê kir îroj bi Leyla Guven û 7.000 hevrêyên peywirên wê hê jî didome. Ev berxwedana ku hevrê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Mahsum Pamay, Medya Çinar, Sîrac Yuksek bi rihê Serhildan Garzanan lê xwedî derketine, bi berxwedana xwe dîwarên zindanan hilweşandinê û li ser rêya azadîyê nemir bûne.
Baş e lê ev berxwedan berxwedana çi ye?
Tecrîda ku li ser Rêberê me tê kirin her diçe girantir dibe û roj bi roj kêmtir agahi jê tên hilanîn. Bi Rêberê me re ya ku dixwazin ji me bistînin vîn û welatê me ye. Faşîzma dewleta Tirk her diçe li ser gelê me zêdetir dibe. Îrada me û welatê me bin tecrîdê de ye. Em ciwanên Kurdistanê di tecrîdê de ne. Şoreşa me welatê me di tecrîdê de ye. Li gel vê hevrêyên me yên zindanê de çirûska vî agirî pê xistin. Em ciwan jî bi xurtkirina wî agirî berpirsîyar in.
Dem biguhere jî dîroka berxwedana me hebûna xwe wê tim bidomine. Em ciwanên ku pêşengên vê berxwedanê de divê rola xwe tim karibin pêk binîn. Em mesû in ku mîrasa Alî Çîçek bigihînin serkeftinê. Ciwan û jinên ciwanên ku hay ji vê hene di rêya vê berxwedanê de serî ji mirinê re rakirine, bûne yek ji topên wî agirî. Rastîya vê berxwedana afirandî divê em bigihînin serkeftinê. Em di şopa Elî’yan, Mezlûman, û Serhildanan tev bigerin.
Hevrê Zulkuf li Sûra ku dîroka Amedê ser pê dihêle dema xebatên ciwanan de cîh digre tê girtin. Hevrê Zulkuf jî bi jiyan û ciwaniya xwe hevalek tim bi pêwendiyeke xurt û pêşdebir tevdigeriya bû. Hevrê Zulkuf di dadgeha dagirkera t.c’yê de çalakiya xwe wiha tîne ziman: “Dadgehên we yên dagirker û derewîn nikarin min darizînin.” Hevrê Zulkuf dîsa bi me dide zanîn ku em nêzîkî wê berxwedana ku salan e didome bûne.
Heval Ayten; hevrêya Serhildan, Zîlan û Sema. Hevrêya ku hezkirina gewre ya welat di dilê xwe yê biçûk de bi cîh kirîye. Ayten jê 25 saliya xwe de bû. Hêvî û evîna hevrê Aytena Sêrtî zîndana nebihart. Hevrê Ayten di nameya ku li dû xwe hişt de serî de ciwan û ji me hemûyan re serkeftinê, zaferê wesiyet dikir: “Ji bo avêtina gaveke yekem car e ku ez xwe ewqas azad hest dikim. Bi kelecana hevdîtina mêjî û gîyanê xwe re bi jiyaneke watedartir û rûmettir, bi firehtirkirina xeleka mîrasa berxwedana fermandarê min Zulkuf Gezen re, bi bawerî û hêviya bûyîna bersivek ji vê pêvajoyê re.”
Heval Zehra, canfedayê gel û zimanekî qedexekirî. Zehra 1996’an de li navçeya Mûşê ya Vartoyê tê dinê. Birayê Zehra dema behsa wê û navê wê dike dibêje ku; “Ew wek navê xwe pak bû, teniyê di pakiya wê dan.” Navê hevrê Zehra Zelal bûye. Heta 7 saliya xwe peyvek Tirkî nizanibûye. Lê piştî 7 salîya xwe divîya ku dest bi dibistanê bike. Dema derxistina nasnameyê ye ji ber ku navê wê Kurdî ye nehatiye qebûl kirin û Zehra hatiye nivîsandin. Pirsgirêka wê ya nasnameyî yekem car li vir dest pê dike. Tim ji dayika xwe dipirse, “Navê min Zelal e, çima ji min re dibêjin Zehra?” Li gel bêbersiv mayîna dayika wê hevrê Zelal, ji duh ber bi îroj ji tecrîda gelê kurd re bi çalakiya xwe dibe bersiv.
Salên 2015-2016 de heval Medya Çinar û Sîrac Yuksek jî di berxwedana Nisêbînê ya ku li devletê dagirkera tirk ‘Sendroma Nisêbînê’ ava dike dike de bi çalakiyên li hember tecrîdê bi cîh anîn ve navên dîtir li dîrokê zêde kirin.
Heval Medya 24 salî bû. Ji Qosera Mêrdînê bû. Di berxwedana Nisêbînê de cîh girtibû û piştî ji korîdora hatîye vekirin derketîye hatîya binçavkirin û girtin. Medya mînaka herî xweş a jînan bû. Li dadgeha ku dihat darizandin dema parêzîya xwe dikir carek dî mirovahîyê dida nasîn bi me. Medya: “Dema ev êrîş hatin kirin jin dihatin firotin, zarok dihatin kuştin. Mirov dihatin kuştin. Ev dewlet ranebû û bi tu awayî mafê wan mirovan neparast. Ez jî wek ferdekî bi rehetî nikaribû bijîm serê xwe deynim ser balgîvê û wisa bisekinim.” Li hember rûdan û pêşketina berxwedanê li hember gel û tecrîda ser pêşengîya wê jî bê deng nema Medya.
Heval Sîrac, 23 salîya xwe de bû. Bi dilek ciwan di berxwedana Nisêbînê de cîh digirt. Dema bajar tê vala kirin Heval Sîrac jî dertê û tê girtin. Hevrê Sîracê ku der heqê wî de muebet tê xwestin di 1ê Adarê de dikeve greva birçîbûnê. Û bi çalakiya xwe ya dawîn ya fedaî berxwedana xwe firehtir dike. Dêya hevrê Sîrac dibêje ku ew tim di bin işkencê de bûne û didomîne, “ Ev bêdengî mirovan dikujîne.”
Yonca Akici, hevrêya Sema Yuce, keça agirîyê ya serhildêr. Hevrê Yonca ji 1ê Adarê ve ye di greva birçîbûnê de ye. Bavê wê jî li Mûşê di zindanê de bûye. Piştî bi bavê xwe re diaxive çalakîya xwe pêk tîne. Wek dewama çalakiyên “roja me nikarin li me tarî kin” bû çalakiya hevrê Yonca.
Mehsum Pamayê 22 salî ji Cizîra Şirnexê ya ku bajarê berxwedana egîd û mîran bû. Wek egîdek meşî û bi berxwedanê ket nav kerwana şehîdan.
NC/Berçem Cîlo