ATÎNA – Li qada Monastira ya paytexta Yewnanîstan Atînayê ciwanên Yewnanî, Îspanyolî û Kurd ên bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger kom bûyî, bi armanca protestokirina tecrîdê û xwedîderketina berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Girseya ku êlekên spî li xwe kirî, bal kişandin ser grevên birçîbûnê û diyar kirin ku li Kurdistan, Ewrûpa û deverên cuda yên cîhanê bi hezaran kes bi armanca dawîkirina tecrîrê di greva birçîbûnê de ye. Gel û turîstan eleqeyeke zêde nîşanê belavokên Îngilîzî û Yewnanî hatin belavkirin, dan.
Hate diyarkirin ku li Atînayê bi armanca xwedîderketina berxwedêrên greva birçîbûnê, wê standeke agahdariyê bê vekriin.