NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Babê dane me, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet 19:00‘an êrîşî malbatên ermenî yên li bajarê Babê kirin û di navbera herdu aliyan de şer rû da.
Li gorî agahiyan şer çerxerêya Xalid Bin Welîd rû dide.
Heman çavkaniyan agahî dan ku hejmarek birîndarên çeteyan gihiştin nexweşxaneyên Babê, ji wan çete Elî Qerendel ê ji Til Rifetê girêdayî koma “Lîwa El-Şamal” ku di lingê xwe yê çepê de birîndar bû, çeteyê bi navê Mihmûd Xidêr Bin Mihemed di pişta xwe de û çete Xalid El-Hesen Bin Welîd li lingê xwe yê çepê de birîndar bûn, hatin naskirin.
Şer di navbera çeteya û malbatên eremenî de hîna jî didome. Sedema şer nehat zanîn.
Sibe 24‘ê Nîsanê salvegera qirkirina Ermenan e ku Osmaniyan di sala 1915‘an li dijî gelê Ermen pêk anîbû û di encamê de bi milyonan welatiyên Ermen bûn qurbanî.