AGIRÎ – Ciwanên herêma Serhedê li dijî tecrîdakirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê çalakiyên xwe didomînin.
Li Agirî li kolana Firat ciwanan agir pêxist û rê li trafîkê girtin. Ciwanan demdirêj rê li trafîkê girt. Ciwanan her wiha li kahwexaneyan der barê tecrîd û berxwedanên grevên birçîbûnê axaftin kirin.