STENBOL – Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo berxwedanên grevên birçîbûnê çalakiyên Ciwanên Kurdistanî didomin.
Li gelek navçeyên Stenbolê ciwanan çalakiyên nivîsa li ser dîwaran nivîsandin pêk anîn.
Li navçeyên Arnavutkoy, Fatih, û Sultanbeyli ciwanan nivîsên wek “Zulkuf Gezen nemire”,”Deng bide berxwedana Leyla Guven” û “Leyla Guven rumeta meye” nivîsandin.