NAVENDA NÛÇEYAN – Malbatên ku zarokên wan ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan bi dawî bibe di grevê de ne, piştî ku çalakiya nobedê ya wan a li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Gezbeyê hate astengkirin û şûnde berê xwe dan Walîtiya Kocaeliyê. Parlementeran HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Ayşe Surucu li gel malbatan cihê xwe girtin. Malbat û HDP’yiyên ku xwestin li vir bi walî re bicivin, ev tişt hate gotin: “Hûn nikarin bi walî re bicivin, tenê wekîl dikarin bi alîkarê walî re bicive.” Malbatan hevdîtina wekîlan a bi alîkarên walî re nepejiarndin. Li ser vê yekê li vir daxuyaniyek hate dayîn.
Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari got: “Ji bo pêkhatina daxwazên zarokên me yên di grevê de û mirin ji girtîgehan dernekevin wek dayik hemû hewldanan dikin û li derê her deriyê dixin. Îro em hatine Walîtiya Kocaeliyê. Lê hate gotin ku ‘vexwendina we ya li gel walîtiyê tine’ rê nedan ku em bi walî re bicivin. Hemû daxwazên me ew e ku daxwazên zarokên me bên bicihanîn û bê ku tabût ji girtîgehan derkevin e.Ji bo vê bang li hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, her kesê alîgirê wijdan û edalet, dîsa aştî û demokrasiyê dikin ku bi erka xwe rabin.”
Piştî daxuyaniyê û şûnde malbat malbat ji pêşiya walîtiyê veqetiyan.