KOBANÊ – Li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker him di milê fizîkî, him jî di milê ferasetê de li Rojavayê Kurdistanê Ciwan ji bo ku bikaribin van êrîşan vala derxînin, rêxistinbûna xwe mezin dikin. Di vê çarçoveyê de ev demek e di 4 kantonê Rojavayê Kurdistanê de Konferansên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan pêk tên.
Yek ji wan Kantonan jî Kantona Kobanê ya ku bi berxwedaniya dîrokî tê naskirin e. Ciwanên Şoreşger ên Kobanê ji bo pirsgirekên ciwanan nîqaş bikin, çareserî bibînin, xwe zêdetir rêxistin bikin û xebatên salekî binirxînin sibê Konferansa 3’emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê li dar bixin. Konferans li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Kemal de pêk were. Tê payîn ku bi sedan ciwan beşdarî Konferansê bibin.
Endamên Ciwanên Şoreşger a ku amadekariya Konferansê pêk anîn dibêjin ku di vê Konferansê de wê xebatên xwe ya salekî binrxînin. Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Kobanê diyar kir ku, di pêvajoyek ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Gelê Kurd tecrîdekî giran heye û li dijî vê tecrîdê berxwedanên greva birçîbûnê didome de Konferansek bi vê renge li dar xistin bersivek li dijî dagirkeriyê. Her wiha pirsgirekên li ber ciwanan heyî wek hêşbir, fuhuş, şerê taybet nîqaş bikin û berpirsiyartiya li dijî êrîşên bîrdoziyê bînin bîra hev û du. Dîsa li dijî êrîşan di Konferansê de xweparastin, hêza xweparastinê were nîqaşkirin û Komiteyên pêvîst were ava kirin. Di destpêkê de Meclîsek were avakirin û din av Meclîsê de jî Komiteyên Çand û Hûner, Parastin, Ragihandin, Werzîş, Xwendekar hwd. were ava kirin.
Konferansa 3’mîn a ku sibê pêk tê wê bi şiyara “Bi Tekoşîna Ciwanên Şoreşger Em ê Suriyeyek Demokratîk û Azad Ava Bikin” bê li darxistin. Ciwanan tevahî amadekariyê Konferansê anîne cih. Bangawazî li ciwanan hate kirin ku werin beşdarî Konferansê bibin û ji bo avakirina pêşerojê xwe Konferans dewlemendtir bikin.