Rêberê Gelan Abdullah OCALAN
Salên bêeman ên hêrsê ne. Divê mirov xwezaya şer baş fêm bike. Berpirsyariya şer çi ye, divê mirov vê yekê baş bizanibe. Min pirsên herî girîng di vê mijarê de ji xwe pirsî ne. Çawa bijîn? Rêxistiniya mezin, perwerdehiya baş, hesasiyeta mezin çawa tê bidestxistin? Tuyê hemû gavan bi baldarî biavêjî. Tuyê hemû hevokan di cih de bi kar bînî. Tuyê lez bihizirî. Lez bibînî. Lez bikî. Ez van tiştan hemû di kesayeta xwe de tînim ser ziman. Rexmî hemû hewlên dijmin ên tehrîk kirine, min biryar da ku ez şêwaza rast bi rê ve bibim. Tehrîkên pir xofnak hebûn. Carna di hundirê me de dijmin dihate ziman. Lê ez gelekî baldar bûm ku ez tehrîk nebim û nekim meseleya takekesî. Min firsenda ketina nava derfetên jiyana erzan nedan. Li ser vê bingehê em gihiştin pirsa çawa bijîn.
Tuyê çawa netewî bî? Tuyê çawa civakî bî? Tuyê çawa xwedî rêxistin bî? Dê vebêja te çawa be? Bi kurtasî dê rêkûpêkî-disiplîn çawa bi pêş bikeve? Dê şêwaz-tempo çawa be? Di ev salên şer ên bêeman de min karîbû xwe ji nû ve biafrînim Cewaziya min a ji kesên din ev e: baş dîtina derfetan, dema firsenda jiyanê dît, destpêkê raberkirina hewla fêmkirina wê ye. Destpekê ez vê yekê hildigrim ewleyî ye. Piştre mirov dikare li ser vê zemînê çi bike, dikare çiqas giraniyê rabike ez wê dipîvim. Piştî ku min bersiva pirsa “ev hevîr çawa strîn” da ez dikevim nav de. Bi hewleke mezin, lez, daxwazê ve bi ser de diçim û bi teşe dikim. Ev dibe şerek û piştre jî dibe jiyaneke nû. Sînoran nasnakim. Mînak, belkî di hindekan de zehmetiya karkirinê heye. Di min de berovajiyê vê yekê dema ez rihet bim ez tengezar dibim û zorê dikişînim. Dema rihetî çêbû, ez gelekî zehmetiyan dikişînim. Lez meşîn, lez revîn û lez pêkanîn di min de şêwazek e. Dema ev yek nebe nerihetî dest pê dike. Ev yek jî min û binke tîne beramberî hev. A wî pir giran, pir bêamede, dikeve hewayên ku ez jê re pîrejin dibêjim. A me pir lez e û herikînêr e.
Di encam de ji ber ku şêwaza encamgir a me ye, em bi ser dikevin. Di wateya takekesî de derveyî vê me firsend ji tu tiştên din re nedaye. Ez jiyana xwe xwaromaro nakim. Ez her tiştî dikim xizmeta pêşveçûyîna giştî. Kî çi dike, çi nake, ez hemûyan bi helatekî ve bi xebatên xeta giştî ve girê didim. Însyatîf di destên min de ye, her ku çû hêz jî kom kir. Me ev hêz pir bi pisporaneyî bi kar anî. Di hemû qadên weke leşkerî, siyasî, dîplomatîk û hemû qadên jiyanê de pir bi pîvaneke hevseng pêş ket. Ji ber ku pir pêşveçûyîn çêdibin, ez neketim nava hewayeke nepixandî û bi xwehezkirinê ve neketim xeletiyan. An jî ji ber zêdebûna tengezariyan ez li aramiyê negeriyam. Azîne wêrekiyê dide. Pêşveçûn diyar dikin ku ezê zêdetir derbixim holê. Ez zêdetir bi ser de diçim. “Pêşveçûyîneke girîng çêbû, vê yekê ez têr kirim!” na! Misgoger ev yek jî nîne. Ez dibêjim ne tu tiştek e. Ez ji pêşveçûyînên bi dest ketî nebawerim. Çavên xwe berdidim serkeftinên werin bidestxistin. Ez dixwazim a watedartir û xweşiktir bi dest bixim. Derveyî vê yekê ez ji tu tiştî re firsendê nas nakim. Bi vî alî jî em bi ser salan de çûn.
Me xwast em pêhtir rêbertiya partî û kesayeta şer derbixin holê. Kesayeta rêxistinî, kesayeta berhemdar kî ye? Me gelekî giranî da vê yekê. Derveyî vê yekê em bi karên ji rêze re mijûl nebûm. Em mijulbûn ku em a diyarker, a xwedî naveroka bandorkariyê û şêwaz û tempo diyar bikin. Min xwe wisa amade kir û ji piyan girt. Bêguman çiqas rastbûna vê, me bi girêdana hemû Kurdistanê ya bi otorîteyeke navendî ve piştrast kir. Ev derkete holê: xebateke wisa bi rastî jî mirov gelekî berhemdar dike. Şertên jiyana giran dike rewşeke wisa ku mirov bikaribe bi hêsanî bijî. Westîn jî vediguhere aramiyê û xebatkariyê. Jiyaneke ku di kesayeta min de hatiye peyitandin heye. Aliyê dijber çiqas xwedî hêz dibe bila bibe, derfetên kesekî çiqas tengbin jî, ger bizanibe vê yekê baş rêkûpêk bike, ger bi qandî vac hestên xwe jî bikaribe baş bi kar bîne û hemûyan bike yek, bi qandî rastiyên xwe ji bo serkeftinê hemû şarezayiyên xwe tevbigerîne, dikare bibe kesekî serkeftî. Di asta netewetî de dikare serkeftinê bi dest bixe. Niha di kesayeta min de, “kesekî serkeftî, gelekî serkeftî ye.” Her kesek dikare di asta gelekî de kar bike û dikare hemû neyîniya vala derbixe. Dikare hemû zehmetiyan û qelsiyan têperîne. Ya nebawerkar dikare bike rojevê pêk bîne. Jixwe bûyîna hêza netewî, berbi nasnameya gelê azad ve çûyîn, di hawirdora PKKê de derketinên nasnameyên balkêş bi ev şêwaza min re girêdayî ye.
Şirovê 3