EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker ji beriya du heftiyan dest bi kolandina xendeq û lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora gundên Şêrawa ji Meryemîn û heta Kîmar dike, her wiha malên sivîlan jî dirûxîne.
Li gorî agahiyan ku arêtşa Tirk a dagirker şevê din 32`ê Nîsanê 2 mal li gundê Cilbirê (Cilbil) rûxandin. Beriya niha jî 15 mal, dibistana gund û hawizê avê rûxandin da ku Ii şûna wan baregeheke leşkerî ava bike û dîwar çêbike.
Ajansa me rûxandina malên gundê Cilbirê û li şûna kolandina xendeqan, şopand. Li gorî ku bi çav hate dîtin, artêşa Tirk a dagirker gundê Cilbirê dike 2 parçe û piştî malên gund rûxandin dîwar di nîvê gundê de danî.
Nûçegihanê me diyar kir ku heta niha dirêjahiya dîwar bûye hezar metre wekî beş bi beş ji gundê Meryemîn heta Cilbirê û Kîmar.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê derbarê niyeta dagirekran ku dîwarekî bi dirêjahiya 70 kîlometere di hundirê xaka Sûriyê de û bi taybet derdora kantona Efrînê, daxuyaniyek da.