KOBANÊ – 3’emîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Kobanê li Navenda Ciwanan a Şehîd Kemal Pîr destpêkir. Bi sedan ciwan wek delege beşdarî Konferansê bûn. Konferansa ku bi şiyara ‘Bi Têkoşîna Ciwanên Şoreşger em ê Suriyeyek Demokratîk û Azad Ava Bikin’ bi deqqeyekî rêz girtinê destpêkir.
Piştê rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşê ji sê kesan dîwan hate hilbijartin. Axafitina vekirinê ji aliyê Sînan Kobanê ve hate kirin. Kobanê di axaftinê de got ku; “Di pêvajoyek wisa de lidar xistina Konferansek wisa pir girîng e. Li dijî tecrîdê wê bibe bersivek û ciwan xwe rêxistin bike. Çalakiyên xwe hêj xurtir bike ev Konferans bibe zemîn. Ciwantî ne tiştekî fîzîkiye. Ciwantî di milê rih de di milê têkoşînê de diyar dibe. Berpirsiyartiya ciwanan heye ku li dijî kapîtalîzmê xwe rêxistin bikin, mezin bikin û têbikoşin. Ev 40 sal e ciwan pêşengtî dikin. Berê Tevgerê wek ciwan em hebûn û bi ciwanan ev tevger hate ava kirin. Pêwîste Ciwan sînor nasnekin, herikbar bibin, ciwanan biherikînin.”
Konferans bi axafitinan ve didome. Piştê axaftinê wê pêvajoya siyasî û rêxistînî were nirxandin. Rapora faliyetên salekê were xwendin û perspektîf ali ser ciwanan a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were xwendin. Perspektîfa Rêberê Gelan bi zimanê Erebî û Kurdî were xwendin. Her wiha Sînevîzyona li ser kar û xebat û têkoşîna ciwanên Kantona Kobanê û ya Bakur û Rojhilata Suriye were temaşekirin.
Piştê navbera nîvro jî wê li ser pirsgirek û mijarên ciwanan nîqaş were kirin, meclîsê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Kobanê were hilbijartin û plansazî were li dar xistin.