NAVENDA NÛÇEYAN – 51 ronakbîr, nivîskar û zanyarên Xelata Nobelê girtin, bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam dikin, bang demildest bikeve nava tevgerê li Tirkiyeyê kirin.
Komeke ku li Elmanyayê xwe weke “Dostên gelê Kurd” binav dikin, kampanyeya îmzeyan a di Çileya 2019’an de, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest pê kirin, dewam dike. Gelek navên girîng ên di salên cuda de Xelata Nobelê girtine, piştgirî dan kampanyayê û metneke bangawaziyê weşandin.
Di metna bangawaziya 51 ronakbîr, nivîskar û zanyarên xelat girtine de ev tişt hatin gotin:
“Em weke xwediyên Xelatên Nobelê, di vê pêvajoya krîtîk a Tirkiyeyê de, ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û dawî li girtinên mehkûmên siyasî were, divê hikumeta Tirkiyeyê tavilê bikeve nava tevgerê. Li ser vî esasî em piştgiriyê didin parlamentera Kurd Leyla Guven, parlementerên Kurd ên li Amedê jiyana wan di talûkê deye û bi hezaran girtiyên di greva birçîbûnê dene. Em bang dikin ku Abdullah Ocalan û hemû girtî û hikûmxarên siyasî yên li Tirkiyeyê bên berdan û dawî li grevên birçîbûnê bê.”
Navê xwediyên Xelatên Nobelê yên metn îmze kirin wihan e:
Adolfo Pérez Esquivel, Arjantîn 1980
Betty Williams, Îrlandaya Bakur 1976
Desmond Tutu, Afrîka Başûr 1984
F. W. De Klerk, Afrîka Başûr 1993
Jody Williams, Dewletên Yekbûyî yên Emerika 1997
José Ramos-Horta, Tîmûr a Rojhilat
Leymah Roberta Gbowee, Liberya 2011
Mairead Corrigan Maguire, Îrlandaya Bakur 1976
Oscar Arias, Kosta Rika 1987
Shirin Ebadi, Îran 2003
Dudley R. Herschbach, Dewletên Yekbûyî yên Emerika 1986
Elias James Corey, Dewletên Yekbûyî yên Emerika 1990
Gerhard Ertl, Elmanya 2007
Joachim Frank, Elmanya 2017
John C. Polanyi, Kanada 1986
Kary B. Mullis, DYA 1993
Richard Henderson, Îngîltere 2017
Robert H. Grubbs, DYA 2005
Roger D. Kornberg, DYA 2006
Thomas R. Cech, DYA 1989
Walter Gilbert, DYA 1980
Yuan T. Lee, Tayvan 1986
Edward C. Prescott, DYA 2004
Eric S. Maskin, DYA 2007
Finn E. Kydland, Norveç 2004
Oliver Hart, Îngiltere 2016.
Alice Munro, Kanada 2013
Elfriede Jelinek, Avûstûrya 2004
J. M. Coetzee, Afrika Başûr 2003
Mario Vargas Llosa, Peru 2010
Wole Soyinka, Nijerya 1986
Carol W. Greider, DYA 2009
Edmond H. Fischer, Îsviçre 1992
Eric R. Kandel, Avûstûrya 2000
Erwin Neher, Elmanya 1991
J. Robin Warren, Avûstûralya 2005
Jack W. Szostak, Îngîltere 2009
Leland H. Hartwell 2001
Louis J. Ignarro, DYA 1998
Sir Richard J. Roberts, Îngîltere 1993
Sydney Brenner, Afrika Başûr 2002
Thomas C. Sudhof, Elmanya 2013
Tim Hunt, Îngîltere 2001
Torsten N. Wiesel, Îsveç 1981.
Anthony J. Leggett, Îngîltere 2003
Gérard Morou, Fransa 2018
Kip Stephen Thorne, 2017
Sheldon Glashow, 1979
Steven Weinberg, 1979
William D. Phillips, 1997