QAMIŞLO – Di 25’ê Nîsana 2017’an de ji aliyê dewleta Tirk ve bi 26 balafirên şer êrîşî çiyayê Qereçoxê hat kirin. Di êrîşê de 20 têkoşeran jiyana xwe ji dest dan û 18 jî birîndar bûn. Di salvegera 2’emîn ya Qereçoxê de bi pêşengtiya Kongreya Star û YPJ’ê bi hezaran gel ji seranserî Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “ Bi rihê Şehîdên Qereçoxê, em ê têkoşînê mezin bikin” herîkîn çiyayê Qereçoxê.
Di destpêkê de bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê hat girtin. Paşê ji aliyê Kongreya Star, Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) û Saziya Malbatên Şehîdan ve axaftin hatin kirin.
A niha jî çalakiya bîranînê li gorisranê didome.