NAVENDA AÛÇEYAN – Endamên MBY-DER, ji ber rewşa hesas a Leyla Guven li derê odeya Guven lê bû silav da.
Endama MBY-DER’ê Meryem Soylû piştî serdanê li pêşiya mala Leyla Guvne daxuyaniyek da.
Soylû bal kişand ku greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Guven destpêkir û piştre belavî zindanan bû demek dirêj e didome û got: “Bi hezaran mirovên me li zindanan di nava grevê de ne. Rewşa wan a tenduristiyê qonaxên krîtîk jî derbaskirine.”
Soylû domdar got: “Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê demildest her kes bi erka xwe rabe. Her kesên alîgirê demokrasî û edaletê vedixwînin dengê xwe li dengê grevan zêde bikin.”
Soylû destnîşan kir ku naxwazin êdî li welat tu kes bên kuştin û got: “Em ne dixwazin leşker û ne jî gêrîla her wiha bi hezaran girtiyên li zindanan bimirin.”