KOBANÊ – 3’emîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Kobanê bi coş û kelecanek mezin pêk hat. Ciwan bi cilên xwe yên gelerî beşdarî konferansê bûn. Bi zêdetirî 400 ciwan beşdarê konferansê bûn û pirsgirêkên xwe nîqaş kirin û di encamê de gelek biryarên girîng ji bo pêşerojê xwe girtin.
Di bernameya berê nîvro de axaftina vekirinê û Axaftina li ser pêvajoya siyasî hate kirin. Di axaftinan de bal li ser tecrîda Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pêwîstiya xurtkirina tekoşîna ciwanan hate kirin. Piştê axaftinan Perspektîfa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi zimana Erebî û Kurdî hate xwendin û rapora kar û xebatê salekê hate xwendin û rexnedayina pêvajoya salekê hate dayîn.
Berê navbera nîvroyê herî dawî sînevîzyona li ser têkoşîna ciwanan û bi taybet kar û xebatên Ciwanên Şoreşger ê Kobanê hate temaşekirin.
Di bernameya piştê nîvro de ciwan li ser rewşa rêxistinî nîqaşên xwe kirin. Di nîqaşan de pêvajoya berxwedana serdemê Efrînê hate nirxandin û rexnedayina ku bersivekî têrker nehat dayîn hate dayîn. Her wiha di nîqaşa ciwanan de ji hêza ciwanan bawerkirin û rol û berpirsiyartiya xweparastinê derket pêş. Dîsa ji aliyê ciwanekî ve xwesteka zêdetir ciwan lêkolîn û lêpirsîna pergala kapîtalîzmê were kirin hate kirin.
Jinek Ciwan jî wate dayîna azadiyê û rast, baş fêmkirina azadiyê anî ziman. Xwest ku pêwîste ciwan ne bi şêwazê bi watedayînê azadiyê fêm bikin. Dîsa xeteriya hêşbir, fuhuş û sixuriya ku wek şerê taybet a kapîtalizmê li ber ciwanan e hate nîqaş kirin û tedbîrên were girtin hate gotin.
Pîştê nîqaşên rêxîstinî pêşniyara ciwanan ji bo salekî ya kar û xebatan hate girtin. Li gor pêşniyarên ku ji aliyê ciwanan hatiye pêşnûmabiryarek hat eli dar xistin û bi hilbijartinê hate qebulkirin.
Li gorê vê pêşnûmabiryara Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger wisa ye:
1- Vê konferansê dîyarî Rêberê Netawa Demokratîk Rêber APO dikin.
2- Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO û azadiya fîzîkî ya Rêber APO em ê di nav çalakiyên bênavber û cur bi cur bibin
3- Hemû cureyên polîtikayên resmaliyê wek fuhuş, hêşbir û sixurkirinê em red dikin û li beramberî wê em ê têkoşîn bidin.
4- Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger avakirina Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk xwe berpirsiyar dibîne
5- Ji bo avakirina Konfederalîzma Demokratîk pêk were û paradigmaya Rêber Apo jiyanî bibe perwerdeyên bîrdozî hîn xurttir berdewam bike.
6- Di serî de li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker û hemû dagirkeriyê ji bo xwedîderketina welat û axa xwe Hêzên Parastina Cewherî Ciwanan xurtkirin û hişmendiya xweperastinê pêşxistin erkekî sereke esas digire.
7- Ji bo mezinkirina hêzên me YPG-YPJ xwe berpirsîyar dibine.
8- Ji bo 2 mehan perwerdeyê girtî yê du mehan were pêşxistin.
9- Perwerdeya Jineolojî were pêşxistin.
10- Ji bo pêşxistina çanda xwendinê xebat were kirin.”
Herî dawî meclîsekî bi 19 kesan pêk tê hate ava kirin û bi govend gerandina ciwanan û bi dirûşman konferans dawî bû.