NAVENDA NÛÇEYAN – Bi tevlîbûna polîsên dagirker ên Tîmên Taybet jî duh di saetên sibê de ku bi dehan gundên li herêma bakurê navçeya Lice ya Amedê de operasyonek pêk hatibû. Di operasyona bi desteka hewayî dom dike de, di navbera gerîla û leşkeran de şer rû da. Li gorî agahiyên hatin girtin, di şer de 2 serdarê dagirker hatine kuştin. Operasyona li herêmê didome.
Operasyon li gundê Hedik, Xoser, Mazraaliyan, Şaxûr, Karincak, Zengoser û gelek taxên û dîsa rêyên diçin van taxan xebatên lêgerîn û nuqteyên kontrolê hatine danîn.
HPG’ê li ser bûyerê ti daxuyaniyek nedaye.