DARMSTADT – Li bajarê Elmanya Darmstadtê Jinên Ciwan bi wesîleya roja #7000gegenIsolation (7000LiDijîTecrîdê) daketin qadan û çalakî lidarxistin. Jinên Ciwan ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê yê bê dem û bê dorveger û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî lidarxistin. Li qada Luisenplatzê Jinên Ciwan boyaxa sor xist nav kaniya avê ku sembola bajarê Darmstadtê ye. Li dijî bêdengiya Elmanya ya li beramberî berxwedanên grevên birçîbûnê jinên ciwan pelên bi nivîsa “Azadiya Rêber APO ji bo hemû cihanê bi kasî giringiya jiyanê ye” danîn kaniyê. Jinên Ciwan daxwazkirin ku tecrîd bi lêz û bez bê şikandin.