STENBOL – Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Ciwanên Stenbolê çalakiyek pêk anî. Her wiha ciwanan di çalakiya xwe de bal kişand ser berxwedanên grevên birçîbûnê yê bê dem û bê dorveger.
Ciwanên Stenbolê li navçeya Beşiktaşê li gelek deveran stîcker zeliqandin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Nivîs ku hatin nivîsandin wiha ye: “Dayîk di berxwedanê de ne, Leyla Guven rumeta me ye, Silav ji berxwedanan re”. Stîckerê ku hatin zeliqandin weneyê Leyla Guven û nivîsa “Em Berxwedana Silav dikin” li ser hebûn.