NAVENDA NÛÇEYAN – Grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda li Îmraliyê pêk tên, didomin.
Malbatên girtiyan û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê xwestin, îro jî li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. HDP’ê jî bi rengekî girseyî piştgirî da çalakiyê. Lê belê çalakger ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîsan gefa êrîşê li wan xwarin.
Aloziya li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê didome.