COLEMÊRG – Goristana li taxa Ormana navçeya Geverê ya Colemêrgê cara 6’emîn rastî êrîşê hat û rûxandin. Li goristanê cenazeyên endamên HPG, YPG, YPJ’ê û gellek kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hene. Goristan duh bi şev rastî êrîşê hat.
RÊÇÊN POLÎSAN LI SER GORAN HEBÛN
Li gorî ku şahidên bûyerê ragihandin duh bi şev polîsên tîmên taybet bi 4 maşîneyên zirxî û kepçeyek çûne goristanê û rûxandine. Şahidan da zanîn ku polîs nêzî 4 saetan li wir mane û heqaret kirine û goran rûxandine. Şahidan got piştî gor hatine rûxandin li malbatan geriyane.
Hat gotin ku şûna rêçên polîsan li wir hebûne û dîwarê goristanê, kêlikên goran hatine parçekirin û hemû kulîlkên li derdorê jî ji kokê rakirine.
5 CARÊN DIN JÎ HATIBÛ RÛXANDIN
Goristan beriya niha jî 5 caran hatibû rûxandin. Di êrîşa 27’ê Nîsana 2017’an de ku hatibû kirin polîsan nivîsên wek “leş” nivîsandibûn.