NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li Mare û Babê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HRE’yê de hate gotin; “Roja 24’ê Nîsanê hêzên me wesayîteke leşkerî ya çeteyên bi navê Ceyş el-Wetenî li derdora herema Mar’ê kir hefef û di encamê de wesayîte hate rûxandin lê derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Roja 25 Nîsanê hêzên me ji dû milan ve êrîş birin li ser du baregehên çeteyên bi navê Firqet el-Hemzat li gundê Daxlibaş a girêdayî herema Babê û di encamê de li herêmê şerê rû bi rû qewimî. Komek çeteyên din yên ku bi armanca destwerdanê hatin herêmê jî ji alî şervanên me ve hatin hedef kirin. Li vir 4 çete hatin kuştin û 3 çete brîndar bûn.
Li heman herêmê şervanên me mayînek bi motorsiklêtekî çeteyan de teqand, di encamê de 1 çete hat kuştin û 1 jî birîndar bû.
Di encama çalakiyan de herî kêm 5 çete hatin kuştin, 4 çete jî brîndar bûn. Herwiha hejmarek çek û amûrên leşkerî ji hatin desteserkirin. Çekên hatine desteserkirin; 3 çekên AK-47, 1 çeka M240, 1 Telefon.”