NAVENDA NÛÇEYAN – Li kampa Serdem a Şehbayê ciwanên şoreşger ên herêma Efrînê bi dirûşmeya “Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê tecrîdê bişkînin Efrînê rizgar bikin” yekemîn komcivîna xwe lidarxist.
Li salona civînê alaya ciwanên şoreşger, jinên ciwan û pankartên “Serî hilde, şer bike, Efrînê rizgar bike”, “ji bo serkeftinê bimeş, ji bo tolhildana Efrînê serî hilde şer bike” û “Bi ruhê berxwedana zindanan serî hilde tecrîdê bişkîne û Efrînê rizgar bike” hate daliqandin.
Komcivîn seat 10:00’an bi beşdarbûna hemû endamên sazî, meclîs û Rêveberiya Xweser ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Kongreya Star a herêma Efrînê Zozan Mihemed axivî û diyar kir wê bi berxwedaniya civanên niha li Şehabyê liberxwe bidin, tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin.
Li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo jî axivî û got; “Çawa bi berxwedan, coş û têkoşîna ciwanan Reqa, Minbic, Girê Spî û Baxoz hate rizgarkirin wê bi heman berxwedanî, coş û têkoşînê Efrîn were rizgarkirin.”
Piştre sînevîzyona ku qala Şoreşa Rojava dike hate nîşandan.