ÊLIH – Sedat Akin 111 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Her çiqas Akin ji roniya zêde aciz dibe jî lê bi çavhingiviya xwe li hêviyê dinêre û dibêje: “Her roja ku diçe stêrkên birîqî yên li asîman zêde dibin. Hindik ma ku em wê ala berxwedanê biçikînin.”
Ciwanê kurd Sedat Akin îsyana xwe bi bedena xwe ya birçî radigîhîne. Akin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîdkirina ku wî wek “mirovê zanist” pênase dike Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja 111’emîn de berdewam dike.
Akin di 28’ê sibatê de ji Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê tê berdan û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala wan a li Êlihê berdewam dike. Du roj berê rewşa Akin giran dibe û wî radikin nexweşxaneyê. Lê Akin mudaxeleya tibî qebûl nake û wî dîsa tînin malê.