AMED – Yekîneyên Tolhildana Şehîd Sertip Çiya û Şehit Soro Farqîn diyar kir ku wan li Amed Farqînê li kolana Bahçelievler ku TOKÎ heye û lojmana polîsên dagirker jî li wir e, bi fîşekên hewayî û bombeya deng çalakî li ser nuqteya kontrola a polîsan lidarxistine.
Yekîneyên Tolhildanê da xuyakirin ku wan di saetên evarî çalakiya xwe pêk anîne û bi awayekî bandor li nuqteya polîsên dagirker dan. Hate diyarkirin ku wan derheqê encama çalakiyê de detayên zelal bidest nexistine.
Yekîneyên Tolhildanê got ku wan çalakiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bilindkirina berxwedanên grevên birçîbûnê pêk anîne. Her wiha Yekîneyên Tolhildana Şehîd Sertip Çiya û Şehit Soro Farqîn peyama ku wê çalakiyên wan li dijî dewleta dagirker a tirk bidome da.