NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkilî 1’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî da, bi bîr xist ku faşîzma AKP-MHP’ê li Kurdistanê û Tirkiyê li dijî gelan terora dewletê dike, bi komkujî, dagirkerî, destgîrkrina sîstematîk girtinan dixwaze desthilata xwe biparêze lê demên xwe yên dawî dijî.
HBDH’ê diyar kir ya ku wê AKP’ê û rejîma wê ya ku ava kirî wê hilweşîne têkoşîna rêxistinî û yekbûyî ya gelên kedkar ên Kurdistanê û Tİrkiyê ye, bal kişande ser grevê birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “li gel hemû manîpulasyon û sansûrê jî, bi rengê rasteqîniyê xwe kiriye rojeva gelan.”
HBDH’ê bal kişande ser 1’ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanê û got, “Yek ji peywira herî girîng a hêzên şoreşger ên yekbûyî ye ku 1’ê Gulanê mîna mewziyên berxwedanê rêxistiniya wê bikin.”
HBDH’ê got, “1’ê Gulanê divê weke navenda yekîyiya muxalefeta civakî were dîtin. Daxwazên azadiyê yên gelê Kurd û yên muxalefeta civakî ya herî berfireh, paralelî têkoşîna azadiyê ya çîna karker divê were rêxistin. Pira di navbera gelên Kurdistanê û Tirkiyê de li ser van lingan wê ava bibe. Em HBDH bag li hemû gelan, çewisandiya, jinan, ciwanan û kedkaran dikin ku 1’ê Gulanê xwe berdin qadan, li ber xwe bidin û şer bikin. Roja roja wêrekiyê ye. Roj ew roja ku têkoşîna gelan, mîna xencerê em li singa desthilata faşîst bixin.”