KOCAELÎ – Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di roja 189’emîn de çalakiya xwe ya nobetê dewam kirin, lê malbat carek din rastî astengiyên polîsan hatin. Dayika girtiyekê Fehîme Ekmez di dema mudaxileya polîsna de ji ser hişê xwe çû û kesên derdorê ew rakirin nexweşxanê. Malbat ji 9’ê Nîsanê ve her roj tên ber girtîgehê dixwazin dengê zarokên xwe bibin bihîstin. Malbat îro jî li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzê kom bûn û ber bi girtîgehê ve ketin rê.
LIGEL ASTENGIYAN JÎ ÇÛN QADÊ
Dayik li nêzî girtîgehê ji wesayîtên xwe peya bûn û ber bi girtîgehê ve meşiyan. Polîsan piştî demekê pêşiya dayikan girtin. Malbat li ser vê yekê ketin kolanan û di kolên cuda de meşiyan û li ber girtîgehê kom bûn. Polîsan li ber girtîgehê malbat kirin ablûkê û dîsan bal kişandin ser qedexeya valîtiyê. Malbatan, li ser vê yekê gotin ku ew ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstin li vê derê kom bûne. Polîsan çikir jî malbat li qadê dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kirin.
FEHÎME EKMEZ NE BAŞ BÛ
Polîsan, mudaxileyê malbatan kirin û dayikên temen mezin di erdê re kaş kirin û ji ber girtîgehê dûr xistin. Di dema mudaxileyê de dayika girtiyekê Fehîme Ekemz ji ser hişê xwe çû. Malbatên mudaxileyê Ekmez kirin, dûre ber bi wesayîtên xwe ketin rê.
‘QEY REHIM DI DILÊ WE DE TUNEYE?’
Malbatan bertek nîşanî polîsan dan û wiha gotin: “Qey di dilê we de rehim tuneye? Ma hûn ji xwe şerim nakin ku vê mûameleyê li hemberî me dikin?” Bal kêş bû ku polîsekê li ser vê berteka dayikan got “Rabin keç nû rabin.” Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyêê Parêzer Firat Vûral jî, ji polîsan re got hûn sûc dikin.
Hat diyar kirin ku reşa Fehîme Ekmez a li qadê ji ser hişê xwe çû başe.