RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Ger civak hebûnên dîrokî ne, wê demêwateya wan jî dîrokî ye.watejî cewhera jiyana civakî ye dikare weke armanc, ruh û zihnê jîyana civakî jî bê nirxandin. Heqîqet jî, ya ku weke wateya hebûna civaka dîrokî a mîtolojîk, olî, hunerî, zanyarî û zanistî digihîne ziman, rave û şêweyê ye.
Divê neyê ji bîrkirin ku ev îtopya nebin pratîkên jîyana mezin jî pêk nayên. Çanda Rojhilata Navîn ji mirovatîyên re xelata îtopya bihişt û dojehê daye. Ya ku destana nivîskî a destpêkê ye bi destana Gilgamiş re ji berîya niha hezara salan ve çandeke ku her tim li gîyayê bê mirinîyê gerîya ye. Fêm dikim ku jîyana ku bi jina azad re pêk werê, Gilgamêşê ku ev bi nexweşîya dest hilatdarîyê winda kirîye. Neslê wî ew jîyana her tim li peye ne ji bo şêweyeke bê mirinîye, wê di nava pêvajoya jîyana rastîde jî nebîne. Tiştek encax cîhên ku lê windabûye bê dîtin. Di cureyên mirovan de volqana jîyana mezin di etekê Toros û Zagros, gelîyên Dîcle û Firat de teqîya ye. jîyana ku mirovan mest dike vir çêbûye. Di kurdistanê de jî weke jin û jîyan pêk hatîye. Di nava hezaran salan de jîyan vê carê di hîyararşî û desthilatdarîya dewletê de bi somita jin û jîyan di heman waran de hatîye windakirin.
Dîyarbûye ku hemû destan ji ber destana gilgamiş derketine. Bihişt û dojeh jî her tim bi jîyanên hatine jîyîn û windakirinê têkildar e. Bi rastî jî nexweşîya desthilatdarîyê jîyanê dikûje. Lê bi zanîna vê re projeya hemdema rojhilata navîn a demokratîk di heman demê de cîhe ku jîyanê bi nexweşiya deshilatdarîyê ve lê winda kirîye, ya ku desthilatdar nîne, Jîyana jina azad weke ekolojî û aborîya bi civakî hatîye keşifkirin, projeya dîtina rastiyê ye. her proje di heman demê de îtopya pêşerojê ye. Civaka demokratîk û modernîteya demokratîk îtopya pêşerojê ya pêk hatîye.-di vana ciheyande wekhevî û azadî-
Ji bo yên ku îtopya wan a jîyana azad a mezin heye dema ku bê gerîn di heremê de ya ku mînakê wê pirin şertê rêbaza jîyanekî heye. Ew jî ev e. Wê tu ji bo heqîqeta ku civakbûn gengaz dike bijî. Her ku tu heqîqetê bibînî wê tu bijî. Her ku tu heqîqetê berfireh bikî, wê tu civaka exlaq û polîtîk ava bikî. Di rojhilata navîn de akademîya zanistî her tim wisa dibêje. Bi vê gotinê re îrada jîyana azadbûyî her tim wisa dike!
Weke ku jîyanek bê jin nabe, rastîyeke ewqas jî vekirîye, bi jina ketîre jî wê jîyaneke bi şeref û watedar neyê parvekirin. Jîyana heyî ya bi jin re heya qirika herkesî û giştî fetisandina koletîyeke herî jêr de bi rêbazeke bi zanîn û hîskirinê ve dahûrînker û çalakvan bûyî. Rîya rast ya rizgarîya jîyanê divê neyê jibîrkirin ku bi jinê re jîyaneke watedar û bi şeref, zanyarî û bilindbûnek mezin dixwaze. Yên ku îdeaya wan a evînê hene divê her tim bibîrbînin ku riya pêkanîna wê bi zanistî û bilindbûnê re derbas dibe. Ji bilî vê ji evînê re xiyanet û xizmeteke ji koletiyê re ye. gihiştina heqîqeta civakî pêk neyê, gihaştina evînê jî çênabe.
Bêguman parvekirina wekhev û bi azad a jiyana bi jinê re, bi teqez ji cîheke rast beramberî hev zanyariya heqîqeta civakî dixwaze. Evîna rast encex beramberî hev di nava hevsengiya hêza heqîqeta civakî de dikare bê jiyîn. Bi kesayetên ku di nava koletî, destavêtin û desthilatdariyê de xenikîne re evîn qet pêk naye. Gelek ceribandinên zêde û her tim têk çûyî jiyan e û îflasên malbatan vê rastiyê radixin ber çavan. Di rewşa herî kêm de bi qasî zilam jin jî dema ku bû xwediyê zanyarî û hêza civakî, wê hingê hezkirin û weşikbûna, bê desthilatdarî, di nava aştiyê de bi hilberîna wekhev û bi azad û parvekirinê ve jiyana wê bê avakirin. Rojama ya sed sala 21’an di pêşengiya şoreşê, dana jinê de weke şert datîne holê. duruşmeya ‘an jiyan an barbartî’ vê şoreşê ferz dike.
Civaka Rojhilata Navîn weke ji şoreşeke duyemîn ya gund-çandiniyê re pêdivî dibîne, pêdiviya vê civakê jî bi duyemîn şoreşa jin heye. Şoreşa jin a neolotîka dayîksalarî ye. ya herî rast şoreşa neolotîk ya balkêş, şoreşa jinê bû. Şoreşa neolotîk , şoreşeke ku heta niha ji mirovatî li ser mîrasa wê xwe dide jiyîn e. Li ser bingeha şoreşa dijber a şaristaniya baviksalarî û modernîteyê, ya ku civaka xwezayî pêş ve dixe, koletiya jinê ya herî kûr û mêtînkariya wê ava kiriye û di tevayî civakê de berfireh kiriye ev şoreşa dijber, di roja me de bi qeyrana xwe ya bipergal û rewşa xwe ya bialozî di hemû qadên civakê de dijî û dirûxe. Tê fêmkirin ku tişta ku ji jinê re tê ferzkirin ji jiyanê re xiyanet e. Ger dixwazin bê jiyîn, divê di serî de ji bo vê bi jinê re ji nû ve beramberî hev bi zanyarî di nava hêzeke hevsengî de hestên xweşikbûn û bilindbûnê bêne hilberandin û parvekirina wê bê serxistin. Divê avakirina vê rastiyê û gihandina heqîqetê bê pêk anîn. Divê bi şêwazeke bingehîn de hev û du weke milk û xwedîbûnê de berdin. Divê li şûna namûsa kevneşop, rakêşweriya kesayetên xweşik û bi eslî derbasdar be.
Ger şoreşa jin bi bingehîn û nexasim guhertina hişmendî û jiyana zilam neyê jiyîn rizgariya jiyanê jî bê derfet e. Ji ber ku ya xeleka jiyanê ya sereke ye jin rizgar ne be, wê jiyan her tim weke serapekê bijî. Ger aştiya zilam bi jiyanê re û ya jiyanê bi jin re pêk neyê, şadbûn jî tenê xiyaleke vala ye. ji bo jin û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civak û jina Rojhilata Navîn bi modernîteyê re şaristanî û fethên ku jiyan e, qasî bê xistin ketine. Jixwebûnê derketiye. Ketiye rewşeke nesne de. Li ser jinê ve dahûrîna pirsgirêkên civakî û ji bo çareseriya wê re bi heman diyardeyan re dest girtin rêbazeke rast e. Ji dayîka pirsgirêkan re encex ya ku çaseriya dayîkane bi ferzkirina şoreşa jinê ve bi gavên rast ve ber bi heqîqetê ve gihandinek çêbibe.
Çaseriya modernîteya demokratîk di mijara pirsgirêka jin û şoreşê de bi îdeale û biçalak e. Netewên modernîteya demokratîk ne ew proje ne ku bi projeyeke bê jin ve xwe pêk bîne. Berevajî vê di her gava xwe de bi parvekirina zanyarî û çalakbûna jinê re şoreşa ku pêk bê ye. avakirina civaka aborî di weke ku wê di pêşengiya jinê de pêk were, ji nû ve avakirina wê jî hêza komînal a jinê dixwaze. Aborî meslek û çalakiya jinê ya civaka cewheriye. Ekolojî zanisteke ku encex dikare bi baldariya jinê ve hevdîtina bi civakê re were pêk anîne. Jin bi awayeke nasnameyî bi hawirdoriye. Civaka demokratîk civaka ku zihin û vîna azad a jinê pêwîst dikê ye. pir vekirî modernîteya demokratîk hemdema şoreş û şaristaniya jinê ye.
ÇAWA BIJÎ, ÇI BIKÎ Û JI KUR DEST PÊ BIKE
Ji pirsê çawa bijî, çi bikî û ji ku derê dest pê bikî re wê bersiva hevbeş bê dayîn. Divê li ser bingeha hundirê sîstemê de bi dijberîya sîstemê dest pê bike. Lê di nava pergalê de dijberîya sîstemê di asta zanyarên kevîn de her kêlî pêwîstîya şervanê heqîqetê yê ku bikare di berdêla wê de bimirê jî derdixe holê. Çawa bijîn û ji ku derê dest pê bike, weke gurzeke ku modernîteyê lê kirîye wî gomlekê dîna ji ber xwe dike, wê tu nefret bikî û dev ji vê jîyanê berdî. Dema pêwîst bike her kêlî bi vereşandinê re wê tu mîde, mejî, bedena xwe ji vê jîyana ku tu navdayî paqij bikî. Yek weke xweşika cîhanê jî xwe ji tere bide dê tu ji hundirê xwe vereşînî bersivê bidî. Ji pirsa çawa bikinre jî bi her du pirsên dîtir re nav hevûdu de her tim bi şêweya çalekîyan de dijberîya xwe ya pergalê dîyar dike. Bersiva pirsa çi bikin pratîka bi zanist û bi rêxistinîye.
Ji bo pergala mordernîteya demokratîk bersiva her sê pirsa hevdîtina bi hêmanên pergalê ên bîrdozî û çalekgerî rave dike. Dema berê de mîsyona ku bi têgîna partîya pêşeng dihat gotin îroj weke pêşengê modernîteya demokratîk a quramî û çalakî xurt bûye. Ya ku sê lingên pergalê yên bingehînin pêwîstîya civaka aborî, ekolojîk û demokratîk (bajar, herêm, rêveberên konfederalîst a demokratîk, a ku ji netew û neteweyî wêdetir) ya zîhnî û îradî pêşwazî kirin mîsyona bingehîne. Ji bo vê di hejmar û nîtelîkên têr de divê akademî bêne avakirin. Cîhana akademîya modernîteyê tenê bi rexne kirinê têr nabe, alternatîfa wê pêş dixe, bîrîmên akademîyên nû li gorî naveroka xwe yên pir cure ve tê ava kirin. Di derbarê her qada civakî de di serî de aborî-teknîk, ekolojî-çandinî, sîyaseta demokratîk, ewlekarî-parastin, jin-azadî, çand-nasname, dîrok-ziman, zanyarî-felsefe, ol-huner li gorî girîngî û pêdivîyan ava kirin erke. Ger kadroyek akademîk ên bi hêz nebe hêmanên modernîteya demokratîk nayê sazkirin. Kadroyên akademîk çi qasî bêy hêmanên modernîteya demokratîk tiştekî îfade nakin, hêmanên modernîteya demokratîk jî bêy kadroyên akademîk çi wateya xwe nîne û ser nakeve. Yekbûna di nav hev de, ji bo wate û serkeftinê şerte. Divê ya ku weke kirasê bi lenet ya modernîteya kapîtalîst li ser piştê danîye fereseta fikir, zikir û çalekî a ji hev cuda bê derbas kirin û berdan. Fikir, zikir çalakî tu car ji hev qut nabin. Heqîqet tim li ser piştê girtin di nava yekbûnekê de pêş xistin nîşaneya bilindbûna divê bê jîyîne. Her sê li gel hev di çawa bijî de, çibikin de û ji ku derê dest pê bike de temsîl neke bila dernekeve şerê heqîqetê. Şerê heqîqetê berovajîya modernîteya qapîtalîst napejirîne û bi wêre najî. Bi kinasî kadroyên akademîk mejîyê rêxistinê ne û di beden de (civakê de) rehên ziravin. Yekbûna rastiyê ye. heqîqet rastîya yekbûna tê îfade kirine. Kadro heqîqeta bi rêxistinî û çalak bûyî ye.
Şerê heqîqetê di her kêlîyên civakê de di hemu qadê civakê de birîmên komînalîst, ên aborî û ekolojîk de di warên bajarên demokratîk, herem û ji bilî netew neteweyan bêne bi rêve birin, wê wate û serkeftinê dest bixe. ger weke Qasid û hawarîyên ola, jîyan neyê zanîn, bazdana li pey heqîqetê pêk nayê, şerê heqîqetê jî nayê dayîn. Ger bê dayîn jî ser nakeve. Pêdivîya rojhilata navîn bi zanyarên xwedawendên jin ên nû bûne, Musa, Îsa û Mihemedan re Saîd paulan, Manîyan, Weysel Qaranîyan, Helecî Mansuran, Suhrewerdîyan, Yunus Emreyan û Birunoyan heye. Şoreşa heqîqetê ger bi xwedî derketina mîrasê wan ên kevin û kevnar nebûne, neyê derketin sernakeve. Şoreş û şoreşger namirin bi xwedî derketina mîrasa wan re têne jîyîn.
Ez li vêderê bangê jina dikim. Û dibêjim qasî ku qet nebûye em ewqasî nêzî azadîyê ne. Dizanim azadî bi hêsanî ava nabe, dibe ku di vê mijarê de bedel were xwestin, hun zehmetîyan bikşînin, lê ez jî li vir zehmetîyan dijîm. Tevî vê hewl didim bibim bersiv. Îrada azadîya gelê Kurd min bi hêvî dike. Ez di wê bawerîyê deme ku emê bi vê biharê re azadîya xwe ava bikin. Emê bi biharê re azadîya jinê ava bikin. Azadî ji nan û avê bi rumet tire.
Ez şervanekî azadîya jinê me. Di vê mijarê de pir radîqalim. Ez di wê bawerîyê de me ku wê jin di rojhelata navîn de li ser bingeha jîrbûn, parastin û xweşikbûnê ve wê weke rojê, azadîya xwe ava bike. Wê teqez rojekî bigihêje wê jina bi hêz, ya ku zilamê paşverû û zordar bîne rê. Bi vê bawerîyê re hevî dikim ku wê tekoşîna xwe li gorî rihê pêvajoyê bilind bikin.
ji Tevahî jinan re silav hezsikirin û rêzgirtinên xwe raber dikim.”