NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînsayona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) daxuyaniyekê der barê çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan da raya giştî. Koordînasyonê diyar kir ku li Amedê çalakiyên bi bombayên deng û çalakiyên nivîsa ji milê Yekîneyên Tolhildanê ve hatine lidarxistin.
Çalakiyên ku Yekîneyên Tolhildanê yên giredayî DGH û DGKH lidarxistine wiha ne:
* 24’ê Nîsanê saet 20:30’an de li ber girtigeha jinan ya li Amedê ya tîpa E, Yekîneyên Tolhildana şehîd Zulkuf Gezen çalakiyek bi bomeya deng pêk aniye. Di çalakiyê teqinek bi bandor çêbuye. Piştî çalakiyê polîsên dagirker herêmê xistin bin dorpêçê û welatiyên herêmê di bin kontrolê de derbas kirine.
* 25’ê Nîsanê li navçeya Rezanê li kolanên Korhat, Fatih, Kayapînar û Diclekent Yekîneyên Tolhildana şehîd Ayten Beçet li ser gelek dîwaran sloganan nivîsandine.
LI DIJÎ DEWLETA DAGIRKER A TIRK WÊ BERSIVA ME TUND BE
DGH û DGKH di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên wan bidomin û wiha got: “Em dewleta dagirker a tirk ji ber êrîşên wan ên faşîzan li ser dayikên aşîtiyê û gelê me hîşyar dikin û dibejin bersiva me wê li dijî wan êrîşan tund be. Em ê hemû şeweyên êrîşên dijmin vala derxin û serkeftinê teqez misoger bikin.”
CIWAN PÊWÎSTE BI AWAYEKÎ RÊXISTINKIRÎ ÇALAK BIN
DGH û DGKH bangawaziya çalakbûna birêxistinkirî kir û wiha got: “Têkoşîna me êdî gihiştiye qonaxa dawî. Em bang li ciwanan dikin ku bi awayekî hin rêxistinkirî û bi hinbêtir bi fedayîbûnê tevlî vê pêngava dawî bibin û têkoşînê bi serkeftinê bi encam bikin. Pêwîste ciwan hin aktîf beşdarî hameleya ‘Rêber APO azad bike, Kurdistanê rizgar bike’ bibin.”