AMED – Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê bi boneya seyranê çûn navçeya Gêlê ya Amedê. Ciwan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan di têketina navçeyê de wesayîtên ciwanan sekinandin û nasnameyên wan kontrol kirin. Polîsan ji ciwanan re got tenê dikarin di çavdêriya polîsan de seyrana xwe li dar bixin.
Piştî hevdîtin û nîqaşên hatin kirin ciwan bi ekîbek polîsan re ber bi cihê dê seyranê bikin derketin rê.