NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 14 çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakî di roja 133’an de didome.
Ji xeynî Kurdên ku li bajarên cihê yên Ewropayê dijîn, malbatên çalakgeran jî tên serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Di rojên Şemî û Yekşemê de malbatên Yuksel Koç, Agît Ûral û Ramazan Îmîr jî hatin serdana çalakgeran.
Şeyh Îmîr ê ku bavê çalakger Ramazan Îmîr e diyar kir ku ew ji ber çalakiya kurê xwe serbilind in.
Şeyh Îmîr diyar kir ku li girtîgehan 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û got ku “Daxwaza me ev e ku bi sed hezaran Kurd rabin ser pêyan, bi vî awayî em dikarin tecrîdê bişkînin. Ev tecrîd li ser 40 milyon Kurdan tê kirin. Ji bo Tevgera Azadiyê û azadiya Rêbertiya me, çi berdêl hewce bike, em ê bidin. Di vî warî de tu poşmaniya me tune. Heta ku Rêbertiya me azad nebe, tu kes wê ne azad nebe. Em bang li CPT û Konseya Ewropayê jî dikin. Divê her kes peywira xwe bike. Dema ku mesele dibe mafên me, divê tu kes guhê xwe negirin.”
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di 17’ê Kanûna 2018’an de çalakger Dîlek Ocalan, Gulistan Îke, Nûrgul Başaran, Yuksel Koç, Denîz Surgut, Kardo Bokanî, Mûstafa Sarikaya, Mehmet Nîmet Sevîm, Ramazan Îmîr, Kerem Solhan, Ekrem Yapici, Muhamemed Ghaderî, Agît Ûral û Ayvaz Ece di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.