“Yek ji hemû hewldanên me divê ew be ku em rê nedin siya dagirkeran jî li ser xaka me nemîne. Ji bo vê di serî de têkoşîna çekdarî ya Tevgera Azadiya Kurdistan û dîsa serhildan û berxwedana gelê kurd di asta herî jor de bi helwesteke neteweyî li hemberî dagirkeriyê serî rakirin e.
Bi taybet demên dawî êrîş û bicihbûna hêzên MÎT û îstixbarata tirk a li başûrê Kurdistanê kiriye ku bi her awayî jiyana welatiyên sîvîl ên li gundan bi taybet gundên li ser sînor herimandiye û kiriye jehr. Ji bo vê bi taybet nerazîbûna welatiyên Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê û baragehên dagirkeriyê dayîn ber agir û dirûşmên ‘Em dagirkeran li ser axa xwe naxwazin’ nîşaneya vê ya herî vekirî bû.
Zêdetirî 20 sal in dewleta tirk hêza xwe ya leşkerî û sîxurî li Herêma Federal a Kurdistanê bi taybetî jî li herêma Behdînanê bicih kiriye. Gelê vê herêmê her tim li dijî vê dagirkeriyê nerazîbûna xwe anîne ziman.
Di nava salekî de 23 welatiyên sîvîl di encama êrîşên dewleta tirk de şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di êrîşa balafirên şer ên tirk a 23’yê çileyê de pêk hatibû 4 welatî şehîd û 2 welatî winda bûbûn. Di 26’ê çileyê de ango piştî êrîşê bi 3 rojan û şûnde xelkê Şêladizê hêrsa xwe ji nişkan ve li hemberî dewleta tirk nîşandan. Baragehên Tirkiyeyê şewitandin. Piştî vê bûyerê jî hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dest bi binçavkirina çalakvanan kir û gelek kesên bi îdiaya di bûyerê de cih girtine binçav kirin.
Piştî ku xelkê herêma Behdînanê li bajarokê Şêladizê li hemberî dagirkeriya dewleta tirk serî hildan, Nêçîrvan Barzanî di civînek a çapemeniyê de bi aşkera got: ‘Ew vê xwepêşandanê wekî provakasyon dibînin û wê der barê vê yekê de lêkolîn bidin destpêkirin.’ Her wiha Barzanî daxwaza lêborînê ji Tirkiyeyê xwestibû û gef li rojnamegeran kiribû. Piştre dest bi binçavakirina gelek ciwan û kesên tev li xwepêşandanên ku dixwestin dagirkerên tirk ji xaka Kurdistanê derbikevin dikirin, kir.
Ji wê rojê û şûnde hema bêje, artêşa tirk qaşo êrîşî navendên PKK’ê dikin, li jingehên sîvîlan dixin, li hember vê hikûmeta PDK û Iraqê jî deng dernakeve. Her gava ku welatiyên sîvîl daxwaza derketina dagirkeran dikin jî ev aliyên ku xwe xwediyê herêmê dibînin gefan dixwin û li hember gel radibin.
Em bînin bîra xwe piştî ku PKK’ê endamên MÎT’ê li herêmê başûrê Kurdistanê girtin, bi awayekî vekirî derket holê bê ka çiqasî dewleta tirk xwe di nava başûrê Kurdistanê de cih kiriye. Dîsa daxuyaniyên rêveberên PKK’ê didin, diyar dikin ku di her warî de Başûr ketiye bi bandora dewleta tirk û MÎT’ê. PDK ketiye bin bandora Tirkiyeyê û YNK jî di bin bandora Îranê de ye. Bi taybet piştî operasyona gerîlayan a li xaka Başûr a li dijî endamên MÎT’ê ne rasterast jî be YNK jî ji gefên Tirkiyeyê bandor bûye û di hinek aliyan de hevkariyê dide Tirkiyeyê. Di operasyonên li dijî Tevgera Azadiyê de MÎT’a tirk bi daxuyaniyên didin, oparasyon bi hevkariya MÎT’ê û çavkaniyên herêmî hatiye kirin. Gelo li vir çavkaniyên herêmî kî ne? Kî li pişt van çavkaniyan e? Dîsa bi taybet DYA ya ku ji bo her sê rêveberên PKK’ê xelata pere derxistî, liv û tevgereke mezin li başûrê Kurdistanê heye ku têkildarî rêveberên PKK’ê agahî bêdayîn. Jixwe nêzîkatiya AKP’ê û dewleta tirk a li ser Kerkûk û gelek deverên din diyar e, heta serdanên sefîrê tirk ê Bexdayê Fatîh Yildiz ê her gavê diçe Kerkûkê nîşaneyên vê ne. Her wiha perwerdekirina komên çeteyan ên li Kerkûkê gelek caran bi belgeyan derketine holê.
Em vegerin ser mijara xwe ya esasî, helwesta gelê başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê. Welatiyên başûrê Kurdistanê her demê li dijî dagirkeriyê bûye xwedî helwest lê ji ber hikûmeta PKD û YNK’ê ya li herêmê serwer gel bûye qûrbanê lihevkirina van hêzên ku bi reng kurd lê bi kiryarên xwe dijmin. PDK jixwe weke liva nîskê ne serî diyar e ne jî bin, YNK li nav xwe bûye parçe Hêro Xan û parçeyek Kosret Resûl e. Ev parçebûn kiriye ku fatûreya wê gelê hejar bide.
Herî dawî 140 gundên herêma Bradostê bi nameyekê ku 2 hezar kesî îmze kirî, hê vekirîtir helwesta xwe diyar kirin. Gundiya daxwaza bidawîkirina bomberdûmana li ser jîngehên wan û dagirkeriya tirk kirin. Gundiyên Bradostê bal kişandin ser hinceta bomberana dewleta tirk a li ser xaka wan û gotin: ‘PKK li herêmên me nîne. Em li gund û warên xwe ne. PKK di nav me de nîne. Li Şêladizê, Mêrgesor, Qendîl, Qeladizê, Kejek û Kendekolan we welatiyên me qir kir. Ji wê kuştinê we çi bi dest xistiye. Tenê li Kendekolanê we 40 welatî qetil kirin.’
Nelihevkirinên aliyên siyasî di serî de PDK û YNK dîsa nebûna hikûmeteke ya iraqî û başûrê Kurdistanê kiriye ku dewleta tirk ji her demê bêhtir ji vê fersend bibîne û tevnên xwe yên qirêj li başûrê Kurdistanê di serî de tunekirina PKK’ê û jihevxistina gelê kurd kiriye. Lê tevî vê jî her dem helwesta netewî ya gelê başûrê Kurdistanê derketiye. Lê mixabin aliyên siyasî bi gef û dîsa çapemeniya xwe ya derewker û alîgirê wan kiriye ku dengê gel tim bê çewisandin û neyê bihîstin.
Ji ber zext û binçavkirinê derqanûnî yên hikûmetê civak nikare bi qasî pêwîst bibe xwedî helwest û dîsa ji bo dengê gel jî neyê bihîstin her tim desthilata PDK û YNK’ê zextan li gel dike û kesên pêşengtiya wan dikin binçav dikin û heta winda jî dikin. Di vê mijarê de têra xwe karnameya PDK’ê xwedî encamên xirab in.
Ji bo vê ye divê gel di vî warî de helwesta xwe hê zêdetir diyar bike û bide nîşandan ku tu cihê dagirkeriyê li ser xaka kurd û Kurdistanê tune ye. Ev cihê wan e, nabe ku dagirkerî û mêtinger li ser bijîn.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Weysî Tallî