AMED – Li Amedê di pêşengtiya Ciwanên Lîseyê, Meclisên Ciwanên HDP û Meclisên Jinên Ciwan yên HDP li navçeya Egilê bernameya Gezî hatin lidarxistin. Ruxmê êrîşên polîsên faşîst jî pîknîka ciwanan bi moral û coş derbas bû.
Polîsên faşîst xwestin bernameya ciwanan asteng bike û di ketina naveçya Egilê wesayitên ciwanan kontrol dikir. Ciwanên ku slogan û govendê digirtin polîsên faşîst dixwest ev yek jî asteng bike, lê ciwanan bertek nîşanda û slogan û govendên xwe bênavber domandin.
Di bernameya gezî de ciwanan şano, aware, û pêşbirkên pirsa çêkirin. Ciwanan bernameya xwe disa bi gerandina govendan bi dawî kir.