NAVENDA NÛÇEYAN – Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, faşîzma qirker a AKP-MHP’ê ku nikare xwe li Kurdan û nirxên Kurdan rabigire, bi rengekî vekirî polîtîkayên xwe li ser îmha û înkarê dimeşîne û hate gotin, “Li dijî tecrîdkirina Rêberê me li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê berxwedaneke bi rûmet tê kirin. Nedîtin û nebihîstina vê berxwedanê ku berxwedêran bedena xwe danîne ber mirinê, dûrketina ji mirovbûnê ye. Di rewşa heyî de, em girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê, j bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê me û gelê me, 134 roj in greva birçîbûnê didomînin. Em zanin ku biryardariya me xewê li faşîzmê diherimîne.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Çalakiya me ya greva birçîbûnê ku di çarçoveya pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ li zindanê dest pê kir, li ser bingeha xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê wê bi biryardarî bidome. Nêzîkatiya li derveyî qanûnên xwe tê wê wateyê ku Komara Tirkiyeyê rewabûna xwe winda dike. Welat kirine qurbanê rejîma şexsekî û tê gotin ku ‘pirsgirêka mayindetiyê ya welêt’ rû daye, lê eşkere tê dîtin ku ev pirsgirêk a desthilatdariyê bi xwe ye. Lewma, wezîrên hikumetê û meclîsa Tirkiyeyê eger dibêjin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd ji dil in, wê demê beriya her tiştî divê dawî li tecrîdkirina Rêberê me bîne û şert û mercên ji bo karkirin û jiyaneke azad biafirînin. Lê belê di rewşa heyî de, tevî ku bi hezaran mirov li zindanan di greva birçîbûnê de ne, wezîrê edaletê gotinek bi tenê jî negotiye û vê yekê edalet hejandiye. Serokê Meclîsê bi Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven re têkilî dananiye ku ev yek nenaskirina gel û îradeya gel e. Tevî ku deklarasyona me eşkere kir li gorî destûra bingehîn e, hin rewşenbîr, demokrat û nivîskarên ku xwe çep û sosyalîst bi nav dikin, li pêşberî wê bêdeng man ku vê yekê mirovahî birîndar kiriye.
EM 30’Ê NÎSANÊ DEST BI ROJIYA MIRINÊ DIKIN
Di vê çarçoveyê de, em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li dijî mîhraqên xemsar û hurmeta xwe ji mirovan re nîne, derdixînin asteke bilindtir û ji raya giştî re radigihînin ku em ê ji 30’ê Nîsanê û pê ve dest bi ROJIYA MIRINÊ bikin. Em; girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku şopdarên berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê ne, sekna me wê hêjayî ya wan be û em ê çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi rengekî koordîneyî, bi zanebûn û rêxistinî bimeşînin. Lewma ji bilî navên li jêrê hatine eşkerekirin û wê dest bi rojiya mirinê bikin, em ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger jî bidomînin. Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê, me ragihandibûn ku eger xalên me ji raya giştî re eşkere kir bi cih bên anîn û bi rengekî mayinde bên misogerkirin, em ê greva xwe ya birçîbûnê bi dawî bikin. Divê were zanîn, em ê destûrê nedin ku kesek biryardariya me ya berxwedanê biceribîne. Lewma eger ji bo bicihanîna xalên hatin ragiahndin û bidawîkirina tecrîdê wê gavên ji dil werin avêtin, divê were zanîn ku mûxatab em berxwedêrên li zindanan û pêşenga berxwedana me wekîla me ya hêja Leyla Guven e.
15 GIRTÎ LI 4 GIRTÎGEHAN DEST BI ROJIYA MIRINÊ DIKIN
Di dawiya dawî de em dibêjin, li gel hevalên dest bi rojiya mirinê dikin, wê çalakiya me ya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger bidome, em ê xwe ji hewldanên şexsî vegirin û bi rêbaza rêxistinî tevbigerin.
Li gorî vê yekê, ji 30’ê Nîsana 2019’an û pê ve;
Li Zindana Girtî ya Jinan a Bakirkoyê: Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek
Li Zindana Girtî ya Jinan a Gebzeyê: Ardil Çeşme, Asli Dogan
Li Zindana bi Ewlekariya Bilind a Wanê: Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bûlût, Erol Çelîk
Li Zindana Tîpa D a Amedê: Engîn Akhan, Enver Dûrmaz, Ahmet Topkaya, A. Halûk Kaplan û Ferhat Tûrgay, bi giştî 15 heval dest bi çalakiya rojiya mirinê dikin.
BILA GELÊ ME XWEDÎ LI RÊBERÊ XWE DERKEVE
Divê were zanîn, li dijî zext û zordariya faşîzmê em ê ti carî dest ji berxwedanê bernedin. Em li zindanê li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin û bi baweriya ku berxwedana me wê bi ser bikeve em bedena xwe datînin holê. Ya ku hinek bi zorê dikin, em bi eşqeke mezin dikin. Em ji dil bawer dikin ku mifteya jiyaneke azad û demokratîk Rêber Apo bi xwe ye. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêbertî derkeve. Em bang li rewşenbîr, nivîskar, demokrat û akademîsyenan dikin ku li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Yên ku qîrîna me berxwedanê nabihîzin û nabînin, ji bo kêliyekê jî be bila li mirovahiya xwe bipirsin. Em ê berxwedana xwe bi serketinê tacîdar bikin û em ê teqez bi ser bikevin.”