NAVENDA NÛÇEYAN – Birayê Zafer Saglam ê ku li Girtîgeha Nimreya 5’an a Sîlîvriyê 117 roj in,li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand.
Di nameyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Hefteya borî rêveberiya girtîgehê û jendirmeyan bi darê zorê birayê min û 3 rêhevalên wî kelepçe kirine û birine nexweşxaneyê. Girtiyan tedawî red kirine. Dema ku ew birine nexweşxaneyê li ber girtiyan kek xwarine û xwestine vîna girtiyan bişkînin. Birayê min gotiye ku ‘Ji saet 09.00’an û heta 04.00’an em li vê derê ne û destê me kelepçekirî ye. Em ê dev ji rêya xwe bernedin û em tedawiyê red dikin.’ Li ser vê gotina birayê min, saet di 05.00’an de ew dîsa birine girtîgehê.”