WAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û partlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecîrda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 173’emîn de berdewam dike û çalakiya girtiyan ku bi heman armancê hatibû destpêkirin jî li giîrtîgehan berdewam e. Li girtîgehan bi hezaran girtî greva xwe ya birçîbûnê didomînin û ji sibe û şûnde jî wê li girtîgehan 15 girtî dest bi rojiya mirinê bikin.Çalakiya xizmên girtiya ya greva birçîbûnê ku li dijî bêdengiya dewletê li avahiya HDP’ê ya Wanê dan destpêkirin jî îro ji aliyê koma 7’emîn ve hat dewr girtin.
Ji xizmên girtiyan Nurî Erol got: “Em jê vê çalakiya xwe ya dorveger ku me dabû destpêkirin dewrî koma 7’emîn dikin.”
‘BÊYÎ KES BIMIRE TECRÎDÊ RAKIN’
Ji çalakgerên ku çalakî dewr gitin jî Xecê Kiye jî wiha got: “Çalakiya ku di pêşengiya Leyla Guven de hat destpêkirin a greva birçîbûnê hatiye asteke xeter. Ji hevalên me yên ku heta niha di grevê de bûn 10 kesê ji sibe û şûnde dest bi rojiya mirinê dikin. Ev hevalên ku wê dest bi rojiya mirinê bikin di girtîgeha Ame, Wan, Gebze û Bakirkoyê de dimînin. Em jî wekî koma 7’emîn vê çalakiyê dewr digirin û aştiyê hêvî dikin. Em dixwazin ku bêyî hevalên me jiyana xwe ji dest bidin ev tecrîd bê rakirin.”