NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Giştî ya PYD’ê daxuyaniyeke nivîskî der barê dîwarê parçekirinê yê li derdora Efrînê û xetereyên dagirkeriyê li ser Rojhilata Navîn û cîhanê weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji dema destpêkirina gelê Sûriyê şoreşa li dijî dîktatoriyê û destpotîzmê ve ku xwesteka azadî, demokratî û rûmetê dikirin, dewleta Tirk pêşketinên ku rû didan li gorî berjewendiyên xwe bi rêyên opozîsyonên derve, rêxistinên terorîst û çekdarkirin û perwerdekirina wan da ku bikevin hundirê Sûriyê, dimeşandin. Rêxistina herî terorane ava kir, wek artêşa Înkîşarî ku çawa Osmaniyan ava kir da ku komkujiyên etnîk li dijî gelan pêk bînin.
Dewleta Tirk li pêş çareseriya siyasî ya Sûriyê ji dema destwerdanên hêzên navneteweyî ji bo çareseriyê, bû asteng. Di dema terora DAIŞ’ê de ku ji aliyê Tirkiyê ve hate çêkirin, bi destê ciwanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çû, Tirkiye neçar ma ku bi xwe destwerdana yekser bike. Bi vê yekê re jî bakurê Sûriyê û Efrînê piştî hin erêkirin ji dewletan û sûd ji teknîkên NATO’yê girt, dagir kir. Hemû komên terorîst li herêmên dagirkirî û Idlibê bi cih kirin. Her wiha bû garantora yekser ji komên terorîst da ku li hemberî hemû aliyên erkdar bi doza Sûriyê, wekî şantaj bi kar bîne. Ji wê jî zêdetir aliyên ku hewl didin kaosa Sûriyê çareser bikin, carinan bi koçber û carinan jî bi komên terorîst gef li wan dixwar.
Dewleta Tirk di vê de dawiyê de da ku Efrînê tev li axa xwe bike, dîwar ava dike. Bi vê yekê re jî hemû qanûnên navneteweyî di nav de qanûnên dagirkeriyê binpê kirin û li pêşiya çavê cîhan û rejîma Sûriyê ku temaşeker e, bê deng in, dîwar ava dike.
Wek PYD her tim me tekeziya xetereya dewleta Tirk ji ber zîhniyeta wan dianî ziman. Her wiha bi siyaseta xwe ya berfirehkirin û tevlêbûna xaka Sûriyê bi armanca projeya Mîsaqa Millî pêk bîne jî kir. Careke din tekez dikin ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan li ser tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê bi rêya piştgiriya rêxistinên cîhadî yên îslamî û bikaranîna wan li dijî hemû cîhanê, bû xetereyeke mezin. Ji lewr e bang li hemû dewletên cîhanê û aliyên pêwendîdar ên bi aştiyê cîhanê radibin, dikin ku sînorekê ji Tirkiyê re deynin.
Em wek PYD parçeyek ji rêxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û tekez dikin ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dikare li beramber siyasetên qirêjî yên dagirkeriya Tirk bisekine. Her wiha dikare Efrîn û hemû Bakurê Sûriyê ji kirêtiya dagirkeriya Tirk rizgar bike. Wekî çawa DAIŞ têk bir, dikare dagirkeriya Tirk jî têk bibe. Ji lew re bang li hemû hêz û aliyên piştgiriyên demokrasî, mafên mirovan û mafên gelan dikin ku sekneke cesaret bisekinin û bibêjin êdî bes e ji Erbeda Tirkî re.”