NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên artêşa dagirker a Tirk gundên Bermalê û Bergare yên Amêdiyê bombebaran kirin. Tê gotin ku balafiran mizgeftek hedef girtine û têde kuştî û birîndar hene.
Piştî saetên nîvro balafirên şer ên artêşa dagirker a Tirk gundên Bermalê û Bergare yên navçeya Amêdiyê ya Dihokê bomberan kirin. Li gorî zanyariyên hatine wergirtin di êrîşan de mizgeftek hatiye hedefgirtin û bi temamî hatiye rûxandin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine wergirtin, di mizgefta ku hatî hedefgirtin de kuştî û birîndar çêbûne. Lê têkildarî jimara kuştî û birîndaran zanyarî nehatine zelal kirin.
Ev êrîşên dewleta dagirker a Tirk di demek de pêktên ku ji duh bi şeve Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mewlûd Çawuşoglu li Hewlêrê ye û li gel rayedarên Herêma Kurdistanê rêze civînan li dardixe.