Rêberê Gelan Abdullah OCALAN
Hindek kes hene ku, kar û xebata wan xirabkirin e. Hindek hene, kar û xebata wan, bi fêlbaziya gundîyetî yan jî ehbabgeriyê ve dê ji min raye bigre, dê ji min eleqeyê bistîne, dê min nerihet bike yan jî dê min li gor xwe bike cihekî. Tu kî yî? Li holê meseleya hêzê heye. Li dîroka KT binêre, belkî di cîhanê de yek nimre ye, ew jî bi ser nakeve. Tu li wê binêre pîvana bejna xwe bigre. Lê “vaye çi be jî ehbabgerê min e, birayê min e, nizanim wisa nêzî min e, ez wisa kevin im, navdar im, fermandarekî jêneger im.”
Ev hemû tu tişt in. Jixwe wisa tu fermandar an jî kesekî navdar ku hatiye pesendkirin jî nîne. Ez jî nahizirim ku min tam hatime pesendkirin. Ger min tam serkeftin bi dest xist, niha ez hindek karan bi pêş ve dibim. Gel dibêje “tu başî”, dibêje “bijî APO.” Ez ji bo ji min re bibêjin “bijî” ez fermanan dernaxînim. Li xweşiyê diçe yan jî dibîne ku hindek tişt tên bi ser xistin, bixwe vê yekê dike dirûşm. Misoger min ji tu kesî re negotiye navê min bipîrozîne, heta ez jê tengezar jî dibim. Lê xwe di şexsê min de pêkhatî dibîne. Zindîbûna hêviyên xwe yên hezar salan dibîne, serkeftinê dibîne, ji bo vê yekê van dirûşman diavêje. Bila bibêje, ev jî mafê wî ye ez nikarim tu tiştî bibêjim. Ev yek tê wê wateyê ku me hindekî bi ser xistiye. Tu jî bi ser bixe, bila gel ji te re jî û kesên din rê vê yekê bibêje. Ger hun baldar bin, gel di vê derê de jî rasteqînêr e. Ji ber ku şerê jiyanê dide hînkirin. Kêm zêde ev min didin nasîn, dê çi bibe, dê çi nebe, dê çawa bi dest were girtin, dê çawa bi dest neyê girtin, dê çawa were bikaranîn, dê çawa neyê bikaranîn ev hemuyan bi hindek aliyên xwe ve raber dikim. Esas aliyên min ên nefêhmî yan jî aliyên pêwîste werin lêpirsînkirin pir eşkere ne.
Ez misoger wisa me. Ez dihizirim ku min eşkereyî û demokrasî baş gihiştandiye hev. Wisa derketina gelekî lal û kor, li gor min peyitandina vê yekê ye. Tenê hindek neçariyên bûyîna vê yekê hene. Di şexsê min de xwe nuximandin gelekî zehmet e. Li hember min girtina puanên meşandina azadiyê gelekî zehmet e. Her wiha wateya xwe hîskirina nêzikî min, tê wê wateyê ku hun çiqas serkeftî bin, ewqas cihê we heye, hun çiqas xwedî ked bin, hun ewqas xwedî wate ne, hun çiqas estetîk in ewqas heyrantiya we heye. Ev pîvanên min ên jênger in. Esas hemû rojên min tim beşa nepeniyan îfade dike. Bêguman pir balkêş e. Şêwaza min, bi rastî carna min bi xwe jî şaş dihêle. Ez hîna jî ji xwe dipirsim: tu kî yî, tu çi yî? Te çawa bi ser xist? Tu çawa hetanî vê derê hatî? Hîna di temenê gelekî biçuk de jî ez hişyar bûm ku xwe bi xwe bidim meşandin. Dema ez li cihekî rûdiniştim digotin “civa hat.” Bûyereke herikînêr îfade dike. Tê bîra min ku ez gelek caran bi pirsa “ma di hundirê te de civa heye” re rû bi rû mame. Lê her dem meşeke bi heyraniyê re têkildar bû. Ez bawer nakim ku ez xwediyê yek rewşa bêriştmend bûm. Ger pêwîst kiriba bi kesekî 70 salî re jî nakokiyeke bêeman derdixist holê. Lê riyekê wê didît, zilam dîn dibû. Bi ser min de dihat û min jî ji xwe re lê temaşe dikir. Min mirov bi rewşên cewaz re rû bi rû dianîn. Min ew di nava sosretiyan de dihiştin. Armanc balkêşî derxistina holê bû. Ez ji ketûberiyê, yekrêziyê û fêrbûyînan qet hez nakim. Divê her roj ji bo min balkêşî be. Dema tiştekî nû neketiba rojeke min ez wê rojê tengezar dibûm û misoger min digot “ka tiştekî nû li kû ye”.
Ev yek ji bo min gelekî girîng bû. Ez bawerim hun bi çavkorî bi fêrbûyînekê ve tên girêdan û dijîn. Dema hebûneke we hebe, hun bi salan wê diparêzin. Ez ji van direvim. Carekê ez ji tiştên xwe nefretê dikim. Her lêgerîna ya biyanî, her dîtina tiştên li cihên din û darûnişkandina wan li cihekî. Ez heznakim li ser tiştekî hatiye bidestixistin rûnim. Heta ez êdî wî ji xwe nahesibînim. Lê ev yek nayê wê wateyê ku ez wê tu tiştek nahesibînim, lê ew hatiye bidestxistin. Hindek dixwazin wê weke mîradxwaran bixwin. Ez tu caran jê tiştekî nagrim. Ez her dixwazim hindek tiştan li wê zêde bikim. Ev yek pêhtir min têkildar dike. Nebûyîna mîratxwariyê gelekî girîng e. Dîsa ez tenê ji bo parastina xwe gotinan naxuliqînim. Ez ji zarokan jî fêr dibim. Hêza hînbûnê, xwe mezin nedîtin gelekî girîng e. Di vê mijarê de ez gelekî dilnizm im. Weke zarokekî dibistana seretayî, ez xwe her roj bi rastiyên nû re rû bi rû dihêlim. Rexmî hemû van destkeftiyan û navdariya min, esas ez jî di mijara xwe naskirinê de zehmetiyê dikişînim. Dê çi be? Vê pirsê ez jî ji xwe dikim. Ez diçim kû derê? Esas gihiştina min çi ye? Carna xwe dirêjî felsefeyê dikim. Weke felsefî ez hetanî vê xalê têm. Tiştê ku jê re mirov tê gotin çi ye ku, mesele dibe ku ew ji hindek kesan re tirsnak diyar be, lê esas parçeyeke siriştê ya xwezayî ye.
Ez hetanî wê derê dibînim. Encamên jiberxweyî yên felsefeya xwezayê pir bi hêsanî dibînim. Li gor pêşveçûna zagonên gerdûnê ez dikarim binirxînim ku ka em ji kû hatine û emê biçin kû. Bêguman ez zêde girîngiyê nadim vê yekê. Niha ya girîng, pirsgirêka bingeh çawabûyîna bûyera Kurd e. Jixwe dema em bi bûyera Kurdeyetiyê re mijûl dibim, ez dizanim ku ez bi hemû mirovahiyê re mijul dibim. Ez dibînim ku ez bi hemû taybetmendiyên bingeh ên mirovahiyê re mijul dibim. Ya girîng jî azîneya min ji xwe re bijartiye. Ez xwe pir azad berdidim. Tu kes nîne ku xwe weke min azad berbide. Mesela bi qandî baldariyên zarokekî ez xwe baldar dikim, bi qandî hewesên zarokan xwe hewesdar dikim. Lê carna dikarim xwe bikşînim înzîvayê û tenê bi dilopeke av jî xwe bes bibînim. Ewqas nermbûneke berfireh heye. Carna dixwazim weke şahekî bim, carna jî baldar dibim ku weke xizanekî xwedî nanekî tisî bim. Carna her du sînoran jî lêkolîn dikim. Ez evqas azad im. Carna ez quralgerekî erjeng im, lê ji aliyê din ve kesekî dewlemendê jiyanê me jî. Ez xwe evqas di nava dewlemendiyan de berdidim.
Rexmî van hemûyan esas gihiştina helwesteke xwerû û zelal zehmet e. Bêyî ku ez tiştekî pêk bînim, ez hîs nakim ku min ew tişt pêk aniye, xwe naxapînim. Sosret dimînim, hindek kes rexmî ku nikarin gelek rêgezên bingeh bi serbixin dikarin bijîn. Mînak rêgeza azadiyê, rêgeza şer, weke vê wilfên din û rêgezên din. Ger negihiştiye serkeftinê ez jê qut nabim. Çilhezar carî, weke dorgerîna gezegenan a li dor rojê difertilim, da ku ez wê bi ser bixim. Vaye meseleya Kurd, pirsgirêkeke bingehîn e, meseleyeke mezin e. Ez li ser bêemaniyê me, ev jî taybetmendiyek e. Weke vê hîna gelek taybetmendî hene. Mînak ez hema weke yekî ketûber dest pê dikim, lê hewlnak bi encam dikim. Dema ez destpê dikim, ji her kesî erzantir û ji her kesî bêîdiatir destpê dikim, lê di encamkirinê de divê misoger ez serkeftinê bi dest bixim. Ez yekî demî me. Ez gelekî pêvajoyî dijîm, him jî kêl bi kêl. Ji bo min jiyankirina kêlikê girîng e. Rastjiyîna kêlê. Weke ku dê her tişt niha pêk were, şêwaza min a bi ser de çûyînê heye. Jixwe em dahatuyan jî diafrînin. Ez bawerim ji sedemên sereke yên serkeftinê yek jê jî ev e.
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/04/25/nirxandin-bi-qandi-ez-bi-ser-dikevim-gel-bi-ser-dikeve/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/04/26/nirxandin-bi-qandi-ez-bi-ser-dikevim-gel-bi-ser-dikeve-2/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/04/27/nirxandin-bi-qandi-ez-bi-ser-dikevim-gel-bi-ser-dikeve-3/