HATAY/AMED – Meclîsên Jinên Ciwan ya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP’ê) li Bakurê Kurdistan û Tirkiye çalakiyên xwe didomînin.
Meclîsa Jinên Ciwan ya HDP’ê li Amed semta Diclekent broşûra der barê Berxwedana Grevên Birçîbûnê ya bi sernivîsa “Çima Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye” belavkirin. Jinên Ciwan li gelek binayetan û qexweyan broşûrê xwe belavkirin.
Li Hatayê jî Meclisa Jinên Ciwan li gelek kolanan stîckerê 1’ê Gulanê û stîckerê bi nivîsa “Tecrîd bila rabe, leyla bila Bijî” li deran zeliqandin.