NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgirîkirina pêşenga çalekiya greva birçîbûnê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatî destpêkirin diroja 136’an de berdewam dike. Çalakî îro ji aliyê koma 46’emîn ve hate dewir girtin.
Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 101’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike.
Di dema dewirgirtinê de, têkildarî çalakiya rojiya mirinê ya ku îro 15 girtiyan li girtîgehên Tirkiyeyê destpê kirin, daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Cesur Seyhan ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û hilweşandina faşîzmê, di pêşengiya Leyla Guven de çalekiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger de hatibû destpêkirin. Ev çalakî di serî de di zindanan de û pişt re belavî Kurdistan û seranserî cîhanê bûye. Faşîzma AKP-MHP ji bo şikandina vê îradeya berxwedêr her cure êrîşan pêktîne, her ku diçek berxwedan bi hêz dibe. Li girtîgehên Tirkiyê girtiyên Azadiyê di grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, vînek bihêz di van çalekiyan de derketiye hole.”
Divê berxwedanê de bedelên giran jî hatin dayîn û heşt hevalan çalakiya fedayane pêkanîn. Ji ber bêdengiya raya giştî herî dawî li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê 15 girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê biryara rojiya mirinê dan. Navên girtiyên ku biryara rojiya mirinê dayîn wihaye; ji girtîgeha Bakirkoyê a jina Nesrîn Akgul, Şûkran Adin, Zozan Çîçek, ji grtîgeha jinan a Gebzeyê Ardil Çeşme, Asli Doxan, ji girtîgeha ewlehî a bilind ya Wanê Ehmed Anigî, Ozhan Cehan, Vedat ozar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk, ji girtîgeha Tîpa D a Amedê Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmed Tokkaya, Abdulhaluk Kaplan, Ferhat Turgay ye. Em weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî çalekiya van hevalan silav dikin û em di wê baweriyê de ne ku teqez serkeftin ya hêzên azadîxwaze.”
Daxuyaniyê wiha dawî bû: “Em bang li hemû raya giştî û saziyên mafê mirovan dikin ku ji beriya ku şihadet çêbibin li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derkevin. Nedîtin û nebihîstina bedenên ku dimirin ji mirovbûnê dûre. Dubare em bang li tevayî gelê Kurd dikin ku li himberî vê rewşê bêdeng nemînin, li himberî faşîzmê bi çalekiyên xurt têkoşînê bilind bikin. Wê faşîzim têkbiçe û azadî serbikeve.
Daxuyanî bi diruşma ‘Bijî Berxwedana Zindanan,’ û ‘ Bê Serok Jiyan Na be’ bi dawî bû.