NAVENDA NÛÇEYAN – Platforma Şaxên Şirnexê yên KESK’ê xwestibû ku di 1’ê Gulanê de li Cizîrê mîtîngekê li dar bixe û serî li kaymakamtiya Cizîrê dabû.
KESK’ê pêşniyaz kiribû li cihên wekî Duryana Xaçerêkê, Kolana Hunerê û yan jî li kêleka Otogara Cizîrê mîtîngekekê li dar bixin. Kaymakamtiya Cizîrê ev her sê cih qebûl nekir û xwest mîtîng li Qada Newrozê ya derveyî bajêr were lidarxistin. KESK’ê ev pêşniyaz qebûl nekir û diyar kir ku wê li pêşiya avahiya Cizîrê ya KESK’ê daxuyaniyeke girseyî bidin.